Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî li Bulgaristanê referanduma serxwebûnê kire rojev

Ji aliyê RÛDAW 25-5-2017
Rûdaw

Sofiya (Rûdaw) – Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borissov de behsa referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê kir, ku li gorî agahiyan biryar e îsal were lidarxistin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di berdewamiya geşta xwe ya bo derveyî welat serdana Bulgarsitanê kir û îro pêncşembî 25ê Gulanê li Sofiya ya paytexta wî welatî ji aliyê Serokwezîrê Bulgarsitanê Boyko Borissov ve hat pêşwazîkirin.

 

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke derbarê vê hevdîtinê de ragihand, di vê civînê de Wezîrê Aborî, Wezîrê Çandinî û Wezîrê Tûrîzmê yên Bulgaristanê jî amade bibûn.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borissov amaje bi rola Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kir û spasiya berxwedaniya gelê Kurdistanê û qehremaniya Hêza Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir.

 

Boyko Borissov herwiha di vê hevdîtinê de behsa qehremaniya Pêşmerge kir û spasiya alîkariyên hevpeymanan jî kir û da xuyakirin, ku Pêşmerge bû ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê têk bir.

 

Borissov destnîşan kiriye, ku şerê li dijî DAIŞê karê herî li pêş ê Bulgaristanê ye û ji ber wê yekê jî ew alîkariya gelê Kurdistanê dikin.

 

Serokwezîrê Bulgaristanê tekez kir, ku rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li deverê bilind e û amadebûna welatê xwe ji bo xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên bi Kurdistanê re, bi taybet di warên aborî û kulturî de nîşan da.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Em xwe bi hevpeymanê her welatekê dizanin ku şerê terorê bike, pêwîst e ji bilî şerê leşkerî, şerê fikrî û aborî ya terorê jî were kirin û ew reh û bingehên wê werin hişikkirin, ku bûne sedema çêbûn û geşbûna terorê.”

 

Barzanî amaje bi hemahengiya leşkerî û ewlehî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî kir p amaje bi wê jî kir, ku piştî bi dehan sal qurbanîdanê, gelê Kurdistanê biryara wê yekê daye, ku referendumê ji bo diyarkirina çarenivîsa (qedera) xwe li dar bixe.



 

Ji aliyekê din ve her îro li Sofiya ya paytexta Bulgarsitanê, ji ber xatirê Barzanî, Serokê Parlamentoya Bulgaristanê Dimitrar Glavchev xwarina êvarî ji Barzanî û şanda pê re saz kir.

 

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dr. Fuad Hisên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Şêwirmendê Karûbarên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî û Endamê Polîtboruya PDKê Azad Berwarî di şanda li gel Barzanî de cih digirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê heftiya bihorî beşdarî di Korbenda Aboriya Cîhanî de kir, ku li beravên Deryaya Mirî ya li Urdinê hat sazkirin û di kevana wê korbendê de çendîn hevdîtin û civîn bi kesatiyên siyasî yên cîhanê re pêk anî.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)
Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| 15-1-2019 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.937 seconds