Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Erebên Hesekê li dijî Rêveberiya Xweser xwepêşandan kirin

Ji aliyê RÛDAW 25-8-2017
Xwepêşandan li Hesekê li dijî programa xwandinê ya Rêveberiya Xweser.

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan kes ji xelkê taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dijî programa xwandinê ya Rêveberiya Xweser xwepêşandanek li dar xistin.

 

Çavkaniyên taybet ên ji taxa Xuwêran a Hesekê ragihandin, ku xelkê taxa Xuwêran ku Ereb in, dilgiraniya xwe di derbarê programa xwendinê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de nîşan dan û dan xuyakirin, ku hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser destwerdan li xwepêşandanê kirin.

 

Bi gotina wan çevkaniyan, hêzên Asayişê ji xwepêşanderan xwastin ku dawî bi çalakiya xwe bînin û belav bibin, lê belê xelkê nerazî li ser xwepêşandanê berdewam bûn û piştî demekê, hêzên Asayişê guleyên hewayî avêtin û xwepêşander belav kirin.

 

Herweha li gor çavkaniyên Rûdawê, di dema xwepîşandanê de bombeke li nêzîkî dibistana Endelos a li taxa Xuwêran teqiya di encamê de 4 kes birîndar bûn, ku jinek û zilamek û du zarok bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.

 

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser, hikumeta Sûriyê tometbar dike û dibêje, ku dixwaze tevliheviyan bike û aramiya bajarê Hesekê têk bide.

 

Kontrola piraniya bajarê Hesekê ji Buhara sala 2016ê ve, ku şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de çê bû, di destê Rêveberiya Xweser de ye, lê belê hikûmeta Sûriyê jî li çend cihên bajêr û derdora wê bi taybet li Girê Kewkebê desthilatdar e.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.969 seconds