Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Berhem Salih: Min deng da serxwebûnê

Ji aliyê RÛDAW 25-9-2017
Berhem Salih
Berhem Salih

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Lîsteya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih li Hewlêrê dengê xwe bikar anî û got, ku wî dengê xwe daye erê.

 

Îro 25-09-2017, li sernaserê Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê birêve diçe. Piraniya serok û serkirdeyên partiyên siyasî ji bo dengê “erê” çûne navendên dengdanê û dengê xwe bikar anîn.

 

Serokê Lîsteya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih ku ev 2 sal bûn bê deng bû û di van demên dawiyê de lîsteya xwe ya serbixwe ragihand, li Hewlêrê dengê xwe bikar anî.

 

Berhem Salih piştî dengdanê ji rojnamevanan re got: “ji bo şehîdên kîmyabarana Helebce, Balîsan û Badînan, ji bo kedkarên şoreşa Kurdistanê, ji bo tekoşerên dêrîn ên vî nîştîmanî, ji bo zîndaniyan û wan kesên, ku herdem ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê xebat kirine, ji bo bav û bapîrên me, ku serê xwe ji ber xewna serxwebûna Kurdistanê dane, ji bo jêbirina wê zilma dîrokî ya li gelê me hatiye kirin, min deng da serxwebûna nîştîmanê xwe.”

 

Salih herwiha hêvî xwest, ku ev derfet bibe sedema yekxistina hemû hêz û şiyana gelê kurd û diyar kir: “Ji dil dixwazim serxwebûn bibe hêvina aştî û jiyaneke xweş ji bo gelê me. Bibe sedema hikûmraniyeke baş û dadperwer û pirsgirêkên îro yên Kurdistanê çareser bike. Herwiha, hemwelatiyan ji vê rewşa nexweş û tengezar rizgar bike.”

 

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.578 seconds