Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ebadî serdana Hewlêrê jî dike

Ji aliyê RÛDAW 26-4-2018
Serokwezîrê Iraqê bi mebesta beşdarbûn di kempînên hilbijartinan a lîsta xwe de, serdana Kurdistanê kiriye.

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Pênşemî 26ê Nîsana 2018 Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bike.

 

Heyder Ebadî şeva bihorî bi serdanekê gihîştibû bajarê Silêmaniyê û di merasimekê de berbijêrên lîsta xwe yên li Silêmaniyê dabû naskirin. Biryar e îro Pênşemiyê jî Ebadî serdana Hewlêrê bike û di merasima nasandina berbijêrên lîsta xwe de ku dê li hola Şehîd Seid Ebdullah de bihê sazkirin, beşdar bibe û gotarekê pêşkêş bike.

 

Herwiha di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê de, biryar e Heyder Ebadî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bicive.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê Rence Cemal dibêje, pêştir ti poster û dirûşmên hevpeymaniya Nesir a Ebadî li nav bajarê Hewlêrê nedihatin dîtin, lê belê îro li derdora hola Şehîd Seid Ebdullah wêneyên Ebadî û afîş û dirûşmên lîsta wî hatine daliqandin.

 

Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî li parêzgeha Hewlêrê 8 kes bo bi dest xistina kursiyên parlamentoya Iraqê weke berbijêr destnîşan kirine, ku 3 ji wan Kurd, 4 Tirkmen û kesek jî Ereb e.

 

Li gorî gotina berbijêrên lîsta Ebadî, merasima lîsta wan a li Hewlêrê dê di demjimêr 10:00ê îro de dest pê bike.


Ebadî dê serdana Duhokê jî bike

 


Piştî Hewlêrê û beşdarbûn di merasîma lîsta xwe de, biryar e Heyder Ebadî bi heman mebestê serdana parêzgeha Duhokê jî bike.

 

Rêveberê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, tê texmînkirin ku piştî serdana xwe ya bo Hewlêrê, Ebadî bo kempîna hilbijartinan serdana parêzgeha Duhokê jî bike, lê belê heta niha diyar nîne ku dê serdana navenda parêzgeha Duhokê bike yan jî serdana devereke sînorî yê parêzgehê bike.


Bertekên li hember serdana Ebadî bo Silêmaniyê

 

Serdana Ebadî bo Silêmaniyê bertekên ciyawaz li pey xwe anîn û berî û piştî dengoya hatina wî bo Silêmaniyê, bû sedema nerazîbûn û nîgeraniya beşek ji xelkê Silêmaniyê, heta beşek ji wan kesên ku di merasima nasandina berbijêrên lîsta Ebadî de li hotêla Gran dMillenium a Silêmaniyê de amade bibûn, ji xelkê nerazî bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Hawkar Yasîn ragihand, her piştî nûçeya hatina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Silêmaniyê, bertekên ciyawaz li Silêmaniyê hebûn, rojek pêştir ew dengo di torên civakî de hat belavkirin û piraniya wan afîş û posterên ku li Silêmaniyê ji bo propagandata lîsta Ebadî hatibûn daliqandin, hatin têkdan.

 

Hawkar yasîn dibêje, beşeke mezin a cotkarên Şarezûrê ku çend sal in, pereyê genimên wan li cem hikûmeta Iraqê maye û Bexda pereyên wan nade, li hotêla Grand Millenium li benda gihîştina Heyder Ebadî bûn, daku rasterats daxwaziyên xwe bigihînin wî. Herwiha beşeke din ji xelkê jî ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û piştre bi hêrs bûn û bo protestokirina Ebadî li hev civiyabûn.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.813 seconds