Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêngavên Bexdayê serxwebûna Kurdistanê bi leztir dike

Ji aliyê 26-9-2017
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Silêmanî (Rûdaw) – Di demekê de, ku gelê Başûrê Kurdistanê li ser cudabûn an jî mana li gel Iraqê li ser sindoqan deng didan, Parlamentoya Iraqê jî bêyî amadebûna nûnerên kurd, mijûlê amadekirina rêze kiryarên nû bûn li dijî Herêma Kurdistanê. Beşek ji berpirsên kurd guh nedane gefên Bexdayê û roja referandûmê hatine Kurdistanê û dengê xwe bikar anîn.

 

Alîkarê wezîrekî Iraqê, ku kurd e û ji bo dengdanê hatiye Kurdistanê dibêje: “Gefên Bexdayê cidîne û bandorê li kuçe û kolanên Iraqê dikin. Lewma divê em bizanin ka bernameya serkirdetiya kurd ya ji vir şûnde çi ye û dê çi bikin.”

 

Briyarên li dijî Herêma Kurdistanê

 

Parlamentoya Iraqê niha li ser hindek biryarên li dijî Herêma Kurdistan û hikûmeta wê kar dike. Ji bo vê jî komîsyon hatine raspartin. Biryare roja Çarşemê (27-09,2017) parlamento li ser van biryaran bicive.

 

Hinek biryarên ku Parlamentoya Iraqê li ser kar dikin ew in, ku dixwazin Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ji kar dûr bixin. Herwiha hemû pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê werin qutkirin. Wezareta Derve bang li hemû welatan bike da ku konsulxaneyên xwe yên Hewlêrê bigrin. Herwiha, Serokwezîrê Iraqê neçar bikin da ku li Kerkûk û navçeyên din artêşê li dijî pêşmerge bixe nava liv û tevgerê.

 

Parlamenterên lîsteya Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê ji bo ji kar dûrxistina Serokomar Fûad Mehsûm 100 îmze kom kiribûn lê parlamentoyê di rûniştinekê de ji bo vê yekê şert danî. Li gorî vê eger Fûad Mehsûm beşdarî giştpirsiyê biba dê ji kar bihata dûrxistin.

 

“Bexda wiha bike dê xeletiyeke mezin bike”

 

Parlamenterê Komela Îslamî yê Parlamentoya Iraqê Zana Rostayî ji Rûdawê re got: “Dûrxistina serokomar, wezîr û alîkarên wezîran ji bo Bexdayê xeletiyeke pir mezin e. ji ber ku bi vê karê nerênî dê pêvajoya cihêbûna Kurdistanê leztir bikin.”

 

Zana Rostayî diyar kir: “Bi nêrîna min dê qonaxa piştre serokomar ji kar dûr bixin. Ji bo vê jî sê tometên wan hene. Xiyaneta mezin, pêkneanîna xalên destûrê û şkînandina sonda xwe. Dikarin di Dadgeha Federalî de doze vekin û bêjin, serokomar ji bo parastina yekîtiya Iraqê sond xwaribû lê pêk neanî.”

 

Parlamenterên kurd li Kurdistanê ne

 

Roja 25ê Îlonê Fûad Mehsûm li Bexdayê bû lê hemû parlamenterên kurd vegerine Kurdistanê.

 

Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Erdelan Nûredîn dibêje: “Em ji bo dengdana referandûmê hatine Kurdistanê lê hê jî ne diyare ka emê kengî vegerin Bexdayê.”

 

Lê Zana Rostayî dibêje: “Em êdî nafikirin vegerine Bexdayê. Eger piştî referandûmê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dest bi guftûgoyan bikin dibe em rewşê binirxînin. Lê ew razî nînin ku serokomar li ser kursiya xwe bimîne. Di vê rewşê de em jî venagerine parlementoyê.”

 

Di dema gotarên xwe yên bangaşeya giştpirsiyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir, ku roja kurdan a beşdarbûna hikûmeta Iraqê bi temamî çûye ava. Serok Barzanî destnîşan kir, ku niha tenê erkê 2 wezaret û çend alîkarekî wezîran di destê kurdan de maye. Herwiha rêjeya kurdan di artêşa Iraqê de jî daxistine ji sedî yekê.

 

Ev di demekê de ye, ku piştî hilweşandina rejîma Saddam Husên û di destpêka avabûna Iraqafederel de, 8 kursiyên wezaretan di destê kurdan de bûn û sererkanê Iraqê jî kurd bû.

 

Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir dibêje, ji bo biryardanê zû ye û divê mirov li hêviya helwesta Bexdayê be. Ew dibêje: “Giştprisî nayê wateya bi yekcarî cudabûnê. Gel desthilata cudabûnê daye serkirdetiya Kurdistanê. Divê em mêyze bikin ka piştî danûstandinan dê çi derbikeve holê.”

 

Zana Rostayî di dawiyê de dibêje: “bijardeya bikaranîna hêzê pir xeter û bi metirsî ye. Eger vê biceribînin ti tiştek di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de namîne.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
849 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 18 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 18 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.422 seconds