Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Kurdistan derbasî qonaxeke nû bû

Ji aliyê RÛDAW 26-9-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê di yekemîn peyama xwe de ragihand, ku Kurdistan derbasî qonaxeke din bû.

 

Mesûd Barzanî ragihand, ewa ku di 25ê Îlonê de gelê Kurdistanê biryar li ser da, ku dengê Belê bû ji bo serxwebûnê, tawan nîne û li dijî destûra Iraqê û yasayên navdewletî nîne.

 

Barzanî got: “Di 25ê Îlonê de Kurdistan çûye nav qonaxeke nû û mafê me ye ku em biryara xwe bidin.”

 

Naveroka peyama îşev a Serok Barzanî :

 

“Ji nîva dilê xwe ve ez bi germî pîrozbayî li we hemûyan dikim, bi hemû reng û degên ciyawaz ve, hemû partî û hemû pêkhateyên netewî û olî ve.

 

Malbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, ev serkevtin li we pîroz be, Ez piştrastim ku niha rihê şehîdan asûde ye û dizanin ku ev serkevtina mezin di bin siya xwaîna wan de çê bûye.

 

Ez spasiya we hemûyan dikim ku we dengdan û çûna ser sindoqan weke cejnê lê kir, we îradeya gelê Kurdistanê nîşanî cîhanê da û we biryara xwe da.

 

Spasiya bê dawî ya min bo pêşmergeyên qehraman û dezgehên asayişê û hêzên navxwe ku şev û roj kirin yek bo serkevtina vê proseyê.

 

Spasiyeke taybet jî bo rûniştvanên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bo beşdariya germ û bi coş a wan di referandumê de, herwiha spasiya taybet bo revenda Kurdistanî ya li derve ku roleke bi bandor hebûn di piştevanîkirina proseya referandumê de, Spasiya dostên me li seranserê cîhanê dikim ku hevsozê gelê Kurdistanê bûn di vê proseyê de. Ez bi pêwîst dizanin ku spasiya Encumena Bilinda Referandumê û Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê bikin.

 

Xûşk û birayan

 

Çi rojek ji vê rojê xweştir û mezintir û pîroztir e ku mirov serkevtina îradeya gelê xwe bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe bi azadî rabigihîne.

 

Em minetbarê Xwedayê mezin in, ku ewqas derfet da me ku bi çavê xwe vê roja pîroz bibînin. Serkirdeyên me, bi hezaran xortên qehreman bi hesreta wê bûn ku vê rojê bibînin, lê belê di ber wê de şehîd bûn. Li vir em silavan dişînin bo giyanê wan û em soza wefadariyê ji wan re dubare dikin.

 

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

 

We bi berxwedaniya xwe nehîşt ku îradeya we bişkê û niha jî piştî dengê we yê Belê ku belê bû ji bo serxwebûnê û nexêr bû bo enfal û kîmyabaran û komkujiyeke din, qonaxeke din a hatiye pêş, ku guhertineke mezin e bo niha û paşeroja me û ev yek serkevtina hemû gelê Kurdistanê ye.

 

Ewa ku gelê Kurdistanê di 25-09 de biryar li ser da, tawan nîne û li dijî ti belgenameyeke navdewletî nîne.

 

Destûra Iraqê jî rê dide me ku bi zelalî dibêje: Pabendbûna bi vê destûrê yekgirtina dilxwazî ya Iraqê diparêze, gelek jî zelel e ku hikûmeta Bexdayê pabendî wê nebû.

 

Piştî 2003ê li ser bingeha yekgirtina dilxwazî û hevbeşiyê em çûne Bexdayê û ev yek di destûra sala 2005ê de hat pesendkirin. Lê belê mixabin pabendî destûrê nebûn, wate madem ku hevbeşî nehat qebûlkirin û destûr were binpêkirin, mafê me ye ku em biryara xwe bidin û gelê Kurdistanê di 25ê-09-2-17ê de biryara xwe da û Kurdistan çû nava qonaxeke nû ya ciyawaz ji qonaxên pêştir.

 

Bila ti kes gazindeyê li me neke, me hemû tiştek kir bo parastina pêkvejiyan û yekparçeyiya Iraqê, lê belê ku Bexdayê pêkvejiyan qebûl nekir û gelê Kurdistanê neçar kir, biryarekê bide ku pêwîst bû gelek ji mêj ve hatiba dan.

 

Li vir ez bi derfet dizanim, ku peyameke taybet arasteyî hikûmeta Iraqê û welatên cîran û civaka navdewletî bikim:

 

Biraderan li hikûmeta Iraqê

 

Ez daxwaz li we dikim ku bi ciddî û li ser xwe nirxandinekê bo dîroka pêwendiyên xwe bikin, ku çi anîne serê me. Zêdebarî vê jî em hatin Bexdayê, lê belê gelo we weke pêwîst giringî da mafên bingehînên gelê me? Gelo we rûyekê xweş û geş nîşanî me da ku dilê me xweş be û em bi hêvî bin? Belê, di destpêkê de em rêkevtin li ser destûr û hevbeşiyê. Rola Kurdistanê di damezrandina Iraqeke nû gelek zşkere ye, lê belê we hemû rêkevtin û peyaman têk birin.

 

Pwîstî bi hêrsbûnê û gefan nake û gazindeyê li xwe bikin. Hûn bûn ku we bi kiryar û siyaseta xwe ji me re got, em we naxwazin û we bi dengê bylind got, hevpeymaniya Kurd û Şîe nema.

 

Rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigirin, aya rewa ye ku dengê bi milyonan mirovan bi nerewa were zanîn? Ev nêrîn dûr e ji lojîk û hişmendiyê. Her gelek xwe rewatiyê dide biryara xwe ne xelkê din.

 

Me dîrokeke dirêj bi hev re heye û me gelek bilindî û sernişîvî dîtine û karesatên mezin hatine serê me. Berdewambûna li ser ezmûneke şikestxwarî baş nîne û serkevtî jî nabe û en em û ne jî hûn asûde nabin. Li cihê gef û cezakirinê werin em bi dostane bikevin gotûbêjeke ciddî û demek pêwîst jî bidin diyalogê, daku em bibin du cîranên baş ên hevdu. Em di vê baweriyê de ne ku diyalog di hemû rewşekê de tekane rê ye bo gihîştina bi paşerojeke baştir bo he her du aliyan.

 

Ev referanduma ku hatiye encamdan, ne bo ferzkirina defaktoyê ye û ne jî bo diyarkirina sînor e, lê belê bo wê bû ku gelê Kurdistanê bi şêweyekeê demokratîk û aştiyane nêrîna xwe drbarê çarenivîsa xwe de bîne ziman.

 

Careke din ez daxwaz li we dikim ku werin em bi gotûbêjê çareseriya pirsgirêkan bikin. Ez daxwaz li birêz Heyder Ebadî û hemû hêz û aliyên iraqî dikim, ewên ku baweriya wan bi gotûbêjê hene, deriyên gotûbêjê negirin, çimku tenê diyalog û gotûbêj çareser e.

 

Eger na her cezayeke li ser gelê Kurdistanê were danîn, ji xwe ji enfal û kîmyabaran û komkujî û nanbirînê bi bandortir nabe. Bila em îbretê li berê werbigirin, em di hemû rewşekê de tekezî li ser biratiya Kurd û Ereb û hemû pêkhateyan dikin û nakokiya siyasî li gel hikûmet bi ti şêweyekê nabe biratiya gelan têk bide.

 

Derbarê welatên cîran de jî, em naxwazin bi ti şêweyekê ti girigitek were pêş. Baştir e ku ew alîkar bin û roleke erênî bo çareserkirina arîşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibînin û guh bidin Herêmê. Ev rêya rast e ne gefkirin. Ew 25 sal in ku em selimandiye, em faktorê gefê nînin lê belê em faktorê ewlehiyê û îstiqrarê ne. Em hertim rola Îranê û Tirkiyê bilind dinirxînin di dema koça mezin a gelê Kurdistanê de û herwiha di kîmyabaran û enfala Kurdistanê de. Ez tekez dikim ku tenê ji hev têgihîştin û gotûbêj rêya rast e bo çareserkirina arîşeyan ne gefkirin û zimanê zivir. Herwiha em tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên dostane yên navbera xwe û wan dikin.

 

Em civaka navdewletî jî piştrast dikin, ku em ji niha ve bo gotûbêjeke ciddî li gel Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên amade ne û em tekez jî dikin, ku me bijardeya aştiyê li gel hemû aliyekê hilbijartiye. Em tekez dikin ku em weke beşeke bi bandor dimînin di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya bo şerê li dijî terorê de û derbarê awareyan de jî ku niha li Herêma Kurdistanê ne, aware xûş û birayên me û Kurdistan mala wan e û ji her demê zêdetir parastî dibin, heta wê dema ku vedigerin bo deverên xwe.

 

Bo me gelek seyr e ku gelek bi şêweyekê demokratîk û aştiyane nêrîna xwe bîne ziman û were cezakirin. Gelo bi cezakirinê padaşa qurbaniyên gelê Kurdistanê tê dayîn? Gelo ev yek rewa ye?

 

Derbarê sîmayên dewleta Kurdistanê û sîstema siyasî, ev dimîne bo biryara gel, lê belê ya ku em bi baş dizanin, sîstemeke parlamenî û federalî û demokratîk û şaristanî (medenî) ye. Ev derfeteke bi nirx dibe, ji bo ku li ser bingeha baweriyê û mifawergirtin ji ezmûnên bihorî, desthilatdariyekê dirist bikin ku mînak be di dadmendî û yeksanî û şefafbûn û demokrasiyê de û cihê bawerî û razîbûna gelê me be. Mafên pêkhateyên netewî û olî tê werin liberçavgirtin û divê yeksaniya siyasî û medenî di navbera hemû hevwelatiyan de hebe. Belgenameya siyasî yak u Encumena Bilinda Referandumê pesend kir, dê bibe bingeha destûra me.

 

Cemawerê berxwedêrê Kurdistanê

 

Ez daxwaz li we dikim ku bi hemû pêkhateyên netewî û olî ve jî, îro ji her demê zêdetir yekgirtî bin û pêwîst e nakokî û rikeberiyan bidin aliyekê û em tev de rûpeleke nû vekin. Her çend renge hinek zehmetî bêne pêş, lê belê ez piştrastim ku asoyeke geş li pêş me ye. Ji hemûyê jî giringtir ev e.”

 

Şîrove

 
lolozano | 26-9-2017
Piştî Referndum bi ser jet,Demek ji demên gelek pêwîst û pêtivî din,tên ser Rêya ava bûna Dewleta Kurdistanê.Di merhelên vê Demê de, têgiheştina Dewlet bûnê,di Tarîxa neteweya Kurd de,bi sirûştiyeka ji dêmahîyê,tê fereh kirin.Derengîya Serxwebûnê ne, belê lez pêkirina Serxwebûnê,hêzê didet ku Dagîrkerên Kurdistanê bi rastîyê razî bibin madem Mesûd Barzanî Derîyê Tarîxê vekir,Doza Dewleta Kurd,ji bin Dem ê derengîyê derxist,pêtivîye ku mehelên din jî,amade biket nek erkên xwe berde.Ji ber ku erkên Mesûd Barzanî,di rewşeka nîv temamî de ye, nabe erkên xwe,rawestîne.Kîngê Mesûd Barzanî kare dest ji erkên xwe berde,helbet dema ku neteweya Kurd,ji ber sitem lêkirinê rêzgar be û sitemin din lê netên kirin.
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 26-9-2017
Sipas ji Serok Barzanî, Sipas ji Gelê Kurd ê hêja û Sipas ji Pêşmergeyên Qehreman...Bi rastî Gelê Kurd bi Dengê xwe, bi Cil û Bergên xwe yên rengîn û bi Rûkena xwe ya şîrîn, Dijmin li ser Çokan dana... bi awayekê kû, ew qas tirs û lirz di nav Dilê wan ketîye kû Şev û Roj Xew li Çavên wan nakeve û ji neçarîyê wexte dîn û har bibin! (Temaşayê Ser û Çavên Erdogan, Êbadî, Serokwezîr û Karbidestên wan bikin, tirs û lerz ji Çehreya wan dibarê û wexte dîn û har bibin)...ev hemû bi Cîhê xwe, lê Xala giring piştî Rêfêrandumê (kû ev Pêngava yêkem bû û bi serbilindî lê derbaz bû) ewe kû divê Gelê Kurd êdî Pêngava Dûyem "bi lez" pavêje! Divê bi lez û zûtirîn Dem de Rojek jî ji bo Serxwebûnê dîyar bike û divê ew Roj di Demekê gelek nêz dabe, ji ber kû çi qas Dem dirêj be wê ew qas Serxwebûn dijwartir bibe! Divê mirov di germe-germê de Karê xwe bike û nehêle Banga Serxwebûnê gelek dirêj bibe! Hêvî dikim Serok Barzanî bi hûrî li vê Proseyê binêre û li gor Derfetên hey, Roja Serxwebûnê ne ew qas dirêj bibe kû ew sist bibe!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.61 seconds