Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêmî Kurdistanê radestkirina firokexaneyên Kurdistanê ji bo Bexdayê red kir û biryara hikûmeta ıraqê jî weke "ne yasayî û ne guncayî" binav kir.
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Mewlûd Bawemûrad di civîneke çapemeniyê de, bi amadebûna rêveberên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bersiv da biryara hikûmeta Bexdayê ya radestkirina firokexaneyên Kurdistanê.
Mewlûd Bawemûrad ragihand, ku firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê mulkê Kurdistanê ne û dê karên xwe berdewam bike.
Bawemûrad diyar kir, ku biryara Iraqê ya derbarê radestkirina firokexaneyan de biryareke ne rast û ne guncayî ye û got: “Pêwendiyên di navbera firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de bi berdewamî ye. Ji ku dera cîhanê firoke werin van firokexaneyan ji aliyê Desthilata Firokexaneyên Sivîl ve destûr tê dayîn. Eger Bexda dixwaze rênima û yasa werin cîbicîkirin, em ji bo guftûgoyan amade ne. Eger pirsgirêk pêwendiyên firokexaneyan be dikare were çareserkirin. Lê eger biryar ji bo cezakirina Kurdistanê be ji ber referandûmê, ev dibe biryareke siyasî ye. Ti pêwendiyên firokexaneyan bi karên siyasî ve nîne lewma ev biryar ziyanê digihînin xelkê.”
Hevdem Rêvebera Giştî ya Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayeq jî got: “Biryara Iraqê him xelet e û him jî ne yasayî ye. Ji ber ku biryar siyasî ye û desthilata wan nîne vê biryarê bidin. Ew biryareke wiha bidin jî nikarin bo demekê dirêj berdewam bikin.”
Telar Fayeq da xuyakirin, ku firokexane karê civaka navdewletî dikin û diyar diyar ki: “Em nakevin bin biryarên wan û dikarin li hember vê gotineke din bikin.”
Hêjayê gotinê ye, ku hikûmeta Iraqê ji bo radestkirina deriyên sînor û firokexaneyên Başûrê Kurdistanê, 3 roj dem dabû hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse