Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê li parlementoyê çawa tê hilbijartin?

Ji aliyê RÛDAW 28-3-2019
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser vexwendina Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, roja şemiyê 30-03-2019an parlemento ji bo sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive. Roja şemiyê dê xwendina yekem ji bo yasayê were kirin, piştre divê xwendina duyem jî were kirin û xwendina sêyem dengdana yasayê ye û êdî dê biçe warê cîbicîkirinê.

 

Seroka Parlementoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd dikare daxwaz bike ku di nav hefteyekê de her sê xwendin ji bo projeyasayê were kirin. Piştî ku yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê derkeve, heta sê rojan deriyê xweberbijêrkirinê ji bo berbijêrên Serokatiya Herêma Kurdistanê tê vekirin û CV û navên wan têne wergirtin.

 

Nêçîrvan Barzanî berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û li gor rêkeftina siyasî ya navbera PDK û Goranê û bi dengê piraniya parlementoyê dê bibe Serokê Herêma Kurdistanê, serokê berbijêrkirî diçe parlementoyê deng tê dayîn.

 

Ev prose ji roja şemiyê ve ku dest bi xwendina yekem a yasayê tê kirin, divê di nav du hefteyan de heta 20 rojan were yekalîkirin. Piştî ku ji bo serok deng were dayîn, Fraksiyona PDKê navê Mesrûr Barzanî ku berbijêrê PDKê yê ji bo pêkanîna hikûmeta Kurdistanê ye, dide Serokatiya Parlementoyê, serokatî jî dide Serokê Herêma Kurdistanê, piştre Nêçîrvan Barzanî li gor protokolê Mesrûr Barzanî vedixwîne û erkê pêkanîna hikûmetê dide, piştî erk were raspartin, divê Mesrûr Barzanî di nava 30 rojan de kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne.

 

Proseya sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û dengdana ji bo Serokê Herêm û erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi pêkanîna kabîneyê:

 

1 – 30ê Adarê Parlementoya Kurdistanê dicive, yasaya Serokatiyê sererast dike û xwendina yekem tê kirin.

 

2 - Projeyasa dikeve dengdanê, dikarin di pesendkirinê de lez bikin û di hefteyekê de projeyasayê bikin yasa.

 

3 – Sê roj piştî derketina yasaya Serokatiyê, deriyê xweberbijêrkirinê ji bo berbijêran tê vekirin.

 

4 – Du roj piştî girtina deriyê xweberbijêrkirinê, navên berbijêran têne ragihandin.

 

5 – Eger ti îtirazek li ser berbijêran tinebe, 3 roj piştre bi dengdanê tê eşkerekirin ku serok li Parlementoyê tê hilbijartin.

 

6 – Prose 15 heta 20 rojan berdewam dibe heta Nêçîrvan Barzanî were hilbijartin.

 

7 – Fraksiyona PDKê, Mesrûr Barzanî berbijêr dike ji bo wergirtina posta serokwezîriyê.

 

8 – Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî erkdar dike û divê di nava 30 rojan de kabîneya xwe pêşkêş bike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.171 seconds