Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kerkûk dê sibe biryara referandumê bide

Ji aliyê Rûdaw 28-8-2017
Ehmes Eskerî, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare sibe sêşembiyê Encumena Parêzgeha Kerkûkê beşdariya Kerkûkê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî ji heftenameya Rûdawê re ragihand, ku ew dê daxwazê bikin ku li Kerkûkê jî referandum were kirin.

 

Ehmed Eskerî da xuyakirin, ku 26 îmzeyên endamên encumenê bo sazkirina referandumê li Kerkûkê hatine komkirin.

 

Eskerî amaje bi birêveçûna referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, di di demekê de ku li Herêma Kurdistanê referandum dê birêve biçe, nabe ku em paş bikevin û ji bo wê yekê jî ew dê biryara xwe bidin.

 

Eskerî herwiha behsa nêrîn û helwesta aliyên Ereb û Tirkmen ên Kerkûkê kir û da xuyakirin, li gel wê çendê ku nrênîn ciyawaz di navbera wan de hene, lê belê ew weke Kurd û Fraksyona Biratiya Kerkûkê dê hemû hewlên xwe bidin, daku hemû ew alî beşdarî li ser maseya gotûbêjê amade bibin û di dengdanê de bikin.

 

Wî nedamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku ew diyarkirina çarenivîsa piraniya xelkê Kerkûkê bi mafê wan dizanin û tekez kir, çê nabe ku piştî ew hemû zulm û zordariya ku derheqê piraniya xelkê Kerkûkê de, ku Kurd in, hatiye kirin, çav li ser mafê wan were miqandin.

 

Li gor zaniyariyên ku Rûdawê ji berpirsên qezaya Xaneqînê bi dest xistiye, daxwaza encamdana giştpirsiyê li Xaneqîn, Qeretepe û Gulaleyê bi devkî ji komisyonê re hatiye gotin, lê belê çend roj in ku li benda diyarbûna helwesta rêveberiya bajarokê  Seidiyeyê mane, ku niha di bin kontrola Heşda Şeibî de ye.

 

Berpirsên Xaneqînê dibêjin, ku ew dixwazin rewşa Seidiyeyê jî yekalî bikin, daku ew vê daxwazê bi nivîsekî ji komisyonê re ragihînin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 10 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.578 seconds