Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Wezîra Berevaniya Îtalya gihîşte Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 28-10-2018
Rûdaw


Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Berevaniya Îtalya bi serdaneke fermî gihîşte Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Nadewletiya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Heêrma Kuridstanê ve hate pêşwazîkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ragihand: “Îro Yekşembî 28ê Cotmeha 2018 di saet 16:50an de, Wezîra Berevaniya Îtalya Elisabetta Trenta gihîşte Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kerîm Şingalî ve hate pêşwazîkirin.”

 


Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, biryar e Wezîra Berevaniya Îtalya di çarçoveya vê serdana xwe ya fermî de, bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.

 

Wezîra Berevaniya Îtalya pêştir serdana Bexdayê kiribû û îro jî bi serdanekê gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

 

Ji bilî hevdîtin û civînên bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, Elisabetta Trenta dê serdana hêzên Îtalî yên li Kurdistanê jî bike û bi fermandeyên serbazî yên welatê xwe re, ku li Herêma Kurdistanê rahênan û perwerdeya serbazî didin hêzên pêşmerge, hevdîtinê bike.

 

Îtalya yek ji wan welatan e ku pêwendiyên wê bi Herêma Kurdistanê re gelek xurt in û di şerê li dijî DAIŞê de jî gelek alîkariya hêzên pêşmerge kiriye. Herwiha Îtalya bi rêya çend tîmên taybet ên serbazî ve rahênan û perwerdeya leşkerî jî pêşkêşî hêzên pêşmerge dike.

 

Wezîra Berevaniya Îtalya kê ye?

 


Elisabetta Trenta di 4ê Tebaxa 1967 de li Îtalya ji dayik bûye.

 

Di 1ê Tebaxa 2018an de bûye wezîrê berevaniya Îtalya

 

Sala 1994 bawerînameya bekaloriyosê di siyasetê de bi dest xistiye.

 

Xwediyê du bawerînameyên masterê di geşepêdana navdewletî û sîxorî û asayişê de ye.

 

Şarezaya payebilind a Wezareta Derve ya Îtalya bûye bo karûbarên hêzên Îtalî yên li Iraqê

 

Sala 2009 Berpirsa Ajansa Netewên yekgirtî bûye li Libnanê

 

Sala 2012ê hevahengkarê projeyekê bûye li Yemenê bo kêmkirina çekên neyasayî

 

Li Zanîngeha Lînk Kampiyus, Cîgira Rêevber a Programa Masterê ye di warê sîxorî û asayişê de.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.594 seconds