Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

FLAŞ - Rojavayê Kurdistanê bi fermî bû 'Federaliya Bakurê Sûriyê'

Ji aliyê Rûdaw 29-12-2016
Desteya Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê îro pênşemî li bajarokê Rimêlanê destûra sîstemê aşkere kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Îro pênşemî 29ê Kanûna 2016ê, Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de, navê nû yê sîstema rêvebiriyê li Rojavayê Kurdistanê aşkere kir û Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ragihand.

 

Îro sêyemîn roja civîna Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû.

 

Di sêyemîn roja birêveçûna civînê de, Meclîsa Damzerêner daxuyaniyek rojnamevanî li dar xist û tê de encamên civînên xwe yên 3 rojî û prensîpên ku aliyên beşdar di civînan de li ser wan li hev kirine, aşkere kir.

 

Di konfransê de, daxuyaniya dawiya duyemîn xûla civînên Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê hat xwandin û tê de, bi fermî avabûna sîstema federalî li herêmên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatine kontrolkirin, hat ragihandin.

 

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Damezrêner Mensûr El-Selûm ve hate xwandin û tê de hat gotin, ku li herêmên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê, sîstema federalî tê avakirin.

 

Mensûr El-Selûm ragihand: “Arîşeyên Sûriyê pêwîstî bi çareseriyek bingehîn hene û ragihandina sîstema federalî li bakurê Sûriyê pêngaveke ji bo çareserkirina arîşeyên Sûriyê.”

 

El-Selûm got: “Sîstema federalî li bakurê Sûriyê, bo cîbicîkirina demokrasiyê li Sûriyê ye û çend hêzên siyasî di damezrandina sîstema federaliya li bakurê Sûriyê de beşdar in.”

 

Hevserokê Encumena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê diyar kir: “Em di vê baweriyê de ne, ku em dikarin arîşeyên xwe, li Sûriyê û di nava xwe de çareser bikin.”

 

Mensûr El-Selûm amaje bi nebûna destûreke demokratîk li Sûriyê kir û destnîşan kir: “Heta niha Sûriyê destûreke demokratîk nîne û ew jî mezintirîn arîşeya dewleta Sûriyê ye. Di sîstema federaliya Bakurê Sûriyê de erk û mefên hemûyan bi yeksanî hatiye diyarkirin.”

 

El-Selûm rexne li desthilata siyasiya Sûriyê girt û got: “Desthilata Komara Sûriyê, arîşeyeke mezin a siyasî heye û nekariye hikûmeta hevwelatîbûnê çê bike.”

 

Hevserokê Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê di berdewamiya vê konfransa rojnamevanî de, reşnivîsa Peymana Civakî (destûr) ya ku di civînên Rimêlanê de hatiye pejirandin, xwand.

 

Li gorî daxuyaniya ku Mensûr El-Selûm, Peymana Civakî ya Federaliya Bakurê Sûriyê ji 8 prensîpên, Netewa Demorkatîk, Bingeha Komara Federaliya Demorkatîk, Bingeha Destûra Demokratîk, Bingeha Parastina Xweser, Bingeha Pirsa Azadiya Jinê, Bingeha Aborî û Bingeha Ziman û Rewşenbîriyê pêk tê.

 

Roja sêşemî 27ê Kanûna 2016ê, Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi civînêên xwe yên xûla duyem kiribû.

 

Civîn ji bo pejirandina reşnivîsa Peyamana Civakî ango destûrê hatibû lidarxistin.

Şîrove

 
Aqilé Sivik Karé Giran | 29-12-2016
Wey Cavé PYD,Muhsim Salih u Hevalbendén PKKé Roonibe Rebbi!! Béguman Xweyina kec u kuré xelké ku cané xwe ji buy ku hú erebi biaxibin u netewa erbi biparizén bi erzaní cu.. Hadé "Suriye Demokratik" u "Federaliya Bakuré Súriye ji were Piroz be u Netewa Kurd u Kurdistan ji were Herem be. Em we disa piroz dikin u divén " Biji Seroké Súriyeyé Demokratik Esad" u Bimire Xeliserén weki we ku ji xwe re divén Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê. Hún bi qurbana zariyé xelké bibin ku we wan bi erzaní daye Ku$tin.
navdar | 29-12-2016
gellek başbu..piroz bı..

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.578 seconds