YBŞ: Ji bo referandûmê em piştgirî didin şingaliyan

30-07-2017
RÛDAW
Nîşan Şingal Şingal Referandûm
A+ A-

Şingal (Rûdaw) –  Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) radigihîne, ku di referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ew piştgirî didin şingaliyan û kurdên êzidî.

 

 

Fermandeyê YBŞê Heval Mazlûm ji Rûdawê re ragihand: “Hinek aliyên iraqî xwestin me razîbikin da ku dijitiya referandûma Başûrê Kurdistanê bikin lê em razî nebûn. Ji ber ku em piştgirî didin şingaliyan û kurdên êzidî da ku beşdarî referandûmê bibin.”

 

YBŞ baskekî leşkerî yê PKKê ye û di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de li Şingal û derdora wî ji bo kurdên êzidî hatiye avakirin.

 

Vê hêzê di destpêkê de hemahengiya xwe ya li gel hêzên hikûmeta Iraqê ragihand lê paşî di navbera wan û hêzên Heşda Şeibî de nakokî derketin. YBŞ niha xwe weke hêzeke Kurdistanî binav dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst