Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Em nahêlin sînor bê girtin

Ji aliyê RÛDAW 30-9-2017
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) - Gefȇn herȋmȋ ȗ yȇn Hikȗmeta Iraqȇ li ser Başȗrȋ Kurdistanȇ zȇde dibe, aliyȇn siyasȋ yȇn Rojavayȇ Kurdistanȇ jȋ li dijȋ wan gefan derdikevin.

 

Serkirdeyekȋ Rȇvberiya Xweser dibȇje ku ew tu carȋ qebȗl nakin ku sȋnorȇ Rojava ȗ Başȗrȋ Kurdistanȇ bȇ girtin.

 

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî li ser hewlsta dijbeeya Sȗriyȇ dibȇje ku ew xwediyê heman nêrîna partiya El Baas in, partiya pȇşverȗ jȋ eşkere dike ku Iraq, Iran ȗ Tirkiyȇ bi şovenî li pirsa Kurdȋ dinȇrin.

 

Hevbendiya Niştiman jȋ ji aliyê xwe diyar dike ku ew amade ne bi hemȗ ȋmkanȇn xwe alȋkariya Başurê Kurdistanȇ bikin.

 

Serokwezîrê Iraqê ji hemû welatên cîran xwestibû sînorên xwe bi temamî li hember Başûrê Kurdistanê bigrin, lê Sekreterȇ Partiya çepa Demokrat Salih Gedo ku partiyeke di nav Rêveberiya Xweser de ye eşkere dike, ku eger ji wan were xwestin, sînorê Sêmalka bigrin, ewdê red bikin û dê sînor vekirî bimîne.

 

Serokê Hevbendiya Niştîmanî Mistefa Meşayix jî weke partiyên din piştgîriya xwe ji bo Kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê tekez kir û got, ew bi hemû îmkan û karînên xwe ligel Başûrê Kurdistanê ne.

 

Serkirdeyȇ Partiya Pȇşverȗ Ehmed Silȇman gefên ku li Başûrê Kurdistanê şermezar dike û dibêje, helwesta Bexda û aliyên ku gefan dixwin şovenîst e.

 

Giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û gefên ku li Başûrê Kurdistanê tê xwarin, hişt Kurdên hersên perçeyên din ên Kurdistanê bi berfirehî hevsozî û piştgîriya xwe nîşan bidin û hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî danîn aliyekî.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 14 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 16 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 19 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.563 seconds