Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Sefîn Dizeyî: Tirkiyê daxwaz kiriye ku em nûnertiya Herêma Kurdistanê vekin

Ji aliyê RÛDAW 30-11-2018
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser vekirina nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê ragihand ku Tirkiyê berî du salan bi xwe daxwaz kiriye ku nûnertiya Herêma Kurdistanê li Enqerê bê vekirin.

 

Sefîn Dizeyî da zanîn ku wê demê Encûmena Wezîran biryar da di demek guncaw de heta peywendî ligel Tirkiyê baştir bibin nûnertî were vekirin û amaje bi wê yekê kir, ku heta niha biryara Encûmena Wezîran nehatiye guhertin.

 

Dizeyî diyar kir: “Berî du salan hikûmeta Tirkiyê bi xwe daxwaz kir ku nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê were vekirin, wê demê ji ber qeyrana darayî û rewşa siyasî, Serokê Encûmena Wezîran bi başî dît ku ev pêvajo were paşxistin.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê ku ji aliyê siyasî ve herwiha ji aliyê gelek warên din ve giringiya hebûna nûnertiyê heye û got: “Lewma weke pêwîst hat dîtin ku di rewşeke asayî de be, him ji aliyê avahiyê û him jî pêwîstiyên din werin kirin, bi hêz û bi şiyan bikarin li wir dest bi kar bikin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 22 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.344 seconds