Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

80 kompanyayên Iraqî geştyaran tînin Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 30-12-2018
Salane di helkeftên cuda de, ji Iraqê gelek geştyar tên Herêma Kurdistanê (Wêne: Mohammed A. Shwani / Rûdaw)
Salane di helkeftên cuda de, ji Iraqê gelek geştyar tên Herêma Kurdistanê (Wêne: Mohammed A. Shwani / Rûdaw)

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ji bo serê salê ji naverast û başûrê Iraqê zêdeyî 80 kompanyayên geştyarî, geştyaran tînin Herêma Kurdistanê.


Serokê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar ji Rûdawê re ragihand ku rojane hatina geştyarên Iraqî bo navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê berdewam e û got: "Bo vê sersalê ji naverast û başûrê Iraqê zêdeyî 80 kompanyayên geştyarî, geştyaran tînin Herêma Kurdistanê, ji xeynî vê jî hejmareke zêde ya geştyaran bi otomobîlên xwe yên taybet hatine Kurdistanê."




Mewlewî Cebar behsa wê yekê jî kir ku sala borî û îsal jî hatina geştyarên Îranî gelekî kêm bûye û got: "Ev yek jî du sedemên wê hene; yekem hikûmeta Îranê baceke zêde ji wan kesan destine ku serdana derveyî welat dikin, duyem jî bi daketina behayê Timenê Îranî ve girêdayî ye. Lê bo vê sersalê bi grûp geştyar ji Îranê tên Herêma Kurdistanê."




Salane di  helkeftên cuda de, ji naverast û başûrê Iraqê û beşek welatên cîran, gelek geştyar tên Herêma Kurdistanê. Îsal jî Desteya Geştûguzariyê amadekariyeke baş bo hatina geştyaran kiriye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.64 seconds