Medyakarê kurd Mehmûd Onder wefat kir

31-01-2017
RÛDAW
Nîşan Medyakar Kurd Mehmûd Onder (Mahmut Onder) Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û medyakarê kurd Mehmûd Onder (Mahmut Onder) îro ji ber nexweşiya penceşêrê (seretan) koça dawîn kir.

 

Li gorî agahiyan, îro sêşemî 31ê Çileya 2017ê, medyakarê kurd Mehmûd Onder jiyana xwe ji dest da.

 

Hat zanîn, medyakarê kurd Onder, di encama giranbûna nexweşiya wî ya penceşêrê de, li nexweşxaneyekê paytexta Danmarkê, bajarê Kopenhagenê  wefat kiriye.

 

Ew çendîn sal bû, ku Onder bi nexweşiya penceşêrê (seretan) ketibû û li nexweşxaneyekê li Kopenhagenê dihat dermankirin.

 

Onder di sala 1952an de li taxa Alî Paşa ya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû. Her li Amedê tevli kar û xebata sendîkayan bû.

 

Piştî kûdetaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980'î, çû Sûriyeyê û ji wir jî derbasî Ewropayê bû. Medyakarê kurd Mehmûd Onder 36 sal bû, ku li xerîbiyê û dûr ji welat dijiya.

 

Onder di dema karê xwe yê rojnamevanî û medyaya de, li sazî û televizyonên weke Med Tv, Medya TV û ROJ TV xebitibû û herî dawî jî li Stêrk TVyê karê çêkirina bernameyan û edîtoriya nûçeyan dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst