Celal Talebanî çû polîtburoya YNKê

31-05-2015
RÛDAW
Nîşan Talebanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî li Silêmaniyê gihîşt polîtburoya wê partiyê û dê serpireştiya civîneke Encumena Serkirdatiya YNKê bike.

Peyamnerêrê Rûdawê li bajarê Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand, berpirêsn pilebilind ên polîtburoya YNKê, Encumena Navendî, Parlamenterên Kurdistanê û Bexdayê, Wezîrê YNKê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di civîna îro ya serkirdatiya YNKê de beşdar dibin.

Erkan Elî wiha got: “Jibilî televîziyonên Kurdsat û Gelî Kurdistan ku yên YNKê ne, rê nadin ti dezgeheke din ên ragihandinê ku herin pêşiya avahiya polîtburoya wê partiyê û rûmala civînê bikin.”

Endamê Serkirdatiya YNKê, Ferîd Eseserd derbarê naveroka civîna îro de ji Rûdawê re gotibû, hêj nediyar e di vê civînê de lihevhatina giştî ya navbera balên cuda yên YNKê dê bê ragihandin an na.

Li gor gotina Eseserd di civîna îro de dê behsa gellek tiştan bê kirin û ji wan, diyarkirina dema lidarxistina kongreya YNKê û lihevhatina giştî di nav serkirdatiya YNKê de, lê belê ewên niha tên gotinê tenê axaftin in û heta ew neçin nava civînê, ew nizanin dê çi biqewim e.

Ji dema têkçûna rewşa saxlemiya wî di roja 17ê Berfanbar a sala 2012an de, Celal Telabnî heta niha serpireştiya ti civînekê nekiriye û ji hingî ve rewşa navxwe ya YNKê jî aloz bûye û ew demek dirêj e ku ji ber nakokiyên navxweyî serkirdatiya wê partiyê bi hev re kom nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst