Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bereyeke bihêz û yekgirtî ne

Ji aliyê RÛDAW 31-12-2018
Serok Barzanî bi helkefta hatina sala nû 2019ê peyamek belav kir
Serok Barzanî bi helkefta hatina sala nû 2019ê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sala nû 2019ê peyamek belav kir û têde pîrozbahî li hemû pêkhateyên Kurdistanê û kir û got ku gelê Kurdistanê û hikûmet da xuyandin ew bereyek bihêz û yekgirtî ne.

 

Di peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersala tevahiya pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir û hêviya sersalek xweş û bextewarî xwest.


Nêçîrvan Barzanî got: “Hêvîdar im sala nû xweşiyê ji me hemûyan re bîne. Ez hêvî dikim ku di sala nû de tevahiya pirsgirêkên gelê Kurdistanê bêne çareserkirin. Gelê Kurdistanê di sala derbasbûyî de tûşî gelek zehmetî û êşan bû û ji bo dahatuyeke xweş û aştiyane gelek qurbanî da.”


Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurdistanê îro nimûneyeke bihêz û zîndî ye li Rojhilata Navîn û got: “Gelê Kurdistanê di sala 2018and e li navxwe û derve de gelek tişt îspat kirin.Li herêma Kurdistanê di dubendiyên ayînî, siyasî û netewî nîne. Misilman, Êzidî, Krîstiyan, Şîe, Sunne, Ehlî Heq û Zerdeştî yeksanî bi hev re heye.”


Barzanî hewiha got: “Di hilbijartinên giştî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de piştevaniya xwe diyar kir û da nîşandin ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bereyeke bihêz û yekgirtî ne. Vê yekê jî xeyalên dijminên me ji holê rakirin.”


 Serowezîr diyar kir ku “demên zehmet di paş de man û dahatuyeke geş, aram, xweş û nû li benda gelê Kurdistanê ye” û got: “Dekeftiyên me yên di sala derbasbûyî de bi saya gelê me ku li paş he serkevtinê heye çêbûye. Bêguman ligel pêşveçûnê kêmasî jî hene. Jiyan çiqaş pêş bikeve kêmasî her çêdibin. Di jiyanên rawestiya û neyên guhertinên de kêmasî nayên dîtin.


Hêvîdar im Kurdistan û cîhan bi giştî vê cejnê bi xweşî û bextewarî derbas bike.”

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.547 seconds