Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw
  • Encam
  • Partiyên Siyasî
  • Parêzgeh
  • Proseya Hilbijartinê
  • Hilbijartinên berê

Partiyên Siyasî

 
  • Yekgrtu
    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Yekgirtû piştî demekê xebatên veşartî, sala 1994 ji aliyê Selahedîn Behadîn ve hat damezirandin. Zêdetir
  • KDP
    Dîroka partiyên Başûrê Kurdistanê PDK Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sala 1946 li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Mela Mistefa Zêdetir
  • PUK
    YNK Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) partiyeke sosyasl demokrat û fireminber e. Zêdetir
Yekgrtu
Yekgrtu
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Yekgirtû piştî demekê xebatên veşartî, sala 1994 ji aliyê Selahedîn Behadîn ve hat damezirandin. Dema Yekgirtû hat damezirandin şerê navxwe hebû lê vê partiyê biryarek cuda da: çek hilnegirt û pêşmerge kom nekir. Yekgirtû pêwendiyekî nêzîk digel rêxistina îslamî ya Îxwan Muslimîn heye. Dema destpêkê hatibû damezirandin digel PDK û YNKê hevrikî dikir. Yekgirtû ji ber saziyên xwe yên xêrxwazî yên mîna Rabîte û Îxase karî gelek kes li dora xwe kom bike û karî di dema şerê navxwe û sîstema duhikûmetî de bêalîbûna xwe biparêze. Yekgirtû di kabîneyên pêncem û şeşem ên hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bû lê piştî ku Gorran ava bû tevlî bereya opozîsyonê bû. Di hilbijaritnên 2009 ên parlamentoya Kurdistanê de, Yekgirtû digel Komela Îslamî ya Kurdistanê û partiyên sekolar ên sosyalîst û zehmetkêşan hevpeymanî çêkirin lê nekarîn dengên pêwîst bidest bixin. Di nav Yekgirtû de jî kêşeyên navxwe yên mîna cudakirina ol û siyaset û badînî-soranî heye. Ev kêşe di kongreya şeşemîn a wê partiyê de ji aliyê serokê berê yê wê ve hat piştrastkirin. Selahedîn Behadîn ku 18 sal wek serokê Yekgirtû bû, sala 2012 û di kongreya şeşemîn a partiyê de û li ser xwasta xwe dest ji serokatiyê berda. Avabûna Gorranê YNKê bêhêz kir lê bingeha Yekgirtû jî lawaz kir ji ber ku ala opozîsyonbûnê jê stand û komek gencên jêhatî yên wê jî kişand aliyê xwe, ji ber wê jî Yekgirtû ku berê di rêza sêyem a partiyên Kurdistanê de bû daket rêza çaremîn. Yekgirtû îsal biryar da beşdarî hikûmetê bibe û dest ji opozîsyonê berde.
KDP
KDP
Dîroka partiyên Başûrê Kurdistanê PDK Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sala 1946 li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve hatiye damezirandin. Mela Mistefa Barzanî heta sala 1979 serokê PDKê bû lê paşê kurdî Mesûd Barzanî cihê wî girt û heta niha jî serokê PDKê ye. Mesûd Barzanî sala 2009 bi hilbijartinên rasterast ji aliyê gel ve wek serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. PDK bi hevpeymanê xwe yê stratejîk YNKê re ji piştî şerê navxwe ve heta niha başûrê Kurdistanê birêve dibin. Di hilbijartinên herî dawî de jî bi lîsteke hevbeş digel YNKê beşdar bûn û karîn 59%ê dengan bidest xistin. Di warê hizrî de PDK partiyeke navendgir û muhafizekar e û endamên wê xudiyên îdeolojiyên cuda ne. PDKê ji aliyê neyarên xwe bi wê tê tohmetbarkirin ku pirraniya hêza siyasî ya Kurdistanê mîna serokatiya Herêma Kurdistanê, serokwezîriya Herêma Kurdistanê û şêwirmendiya Asayişa Netewî xistiye bin kontrola xwe, her wiha pirraniya wezaretên hikûmetê bi taybet wezaretên girîng ên mîna Petrol û Darayî jî kiriye pişka xwe. PDK di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê dibêje dê zêdetirî 40 kursiyan bidest bîne û li gorî çavdêran û encamên hilbijartinên berê, ew partî dê misoger bibe yekem. Lê PDK li bajarê Silêmaniyê zêde bihêz nîne. PDK di warê pêwendiyên derve de jî pêwendiyên bihêz digel welatên mîna Tirkiye, Amerîka û welatên kendavê heye.
PUK
PUK
YNK Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) partiyeke sosyasl demokrat û fireminber e. Sala 1975 ji aliyê hinek lîderên şoreşa kurdî ve û bi serokatiya Celal Talebanî hatiye damezirandin. YNKê destpêkê li ser bingehek komonîstî hat avakirin lê hêdî hêdî rengê xwe yê komonîstî ji dest da û bû partiyek pirrdeng û reng. YNK piştî şerê navxwe bû hevpeymanê PDKê û heta niha jî bi hev re Herêma Kurdistanê birêve dibin. Di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê yên 2009 de YNKê rastî qeyranek siyasî ya mezin hat ji ber ku gelek berpirsên wê jê veqetiyan û tevgera Gorran ava kirin. Ji ber vê yekê YNK li Silêmaniyê lawaz bû lê ji ber ku digel PDKê bû hevpeyman, zêdebarî ku derdabû karî 2 salan pişka serokwezîriyê werbigire. Helbet YNK vê carê jî bêqeyran nîne, ji ber ku vê carê sekreterê giştî yê wê partiyê Celal Talebanî ku di heman demê de serokomarê Iraqê ye jî, zêdetirî 10 mehan e li nexweşxaneke Almanya tê dermankirin. Li gorî hinek kesan, dibe ku nexweşiya Talebanî bibe sedema wê ku alîgir û endamên partiya wî zêdetir û germtir beşdarî hilbijartinan bikin. 10 meh e YNK bêyî serok e lê berpirsên wê partiyê karîne bi hev re kar bikin û nehêlin partiya wan ji hev belav bibe. YNKê ji du aliyan ve di şer de ye da ku hêza xwe nîşan bide: Li Silêmaniyê li hember Gorran û li Hewlêrê jî li hember PDKê.
  • Gorran
    Tevgera Gorran Tevgera Gorran sala 2009 ji aliyê yek ji lîderên YNKê yê bi navê Newşîrwan Mistefa ve hat damezirandin. Zêdetir
  • Komall
    Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Komel sala 2001 ji aliyê hinek lîderên ku ji tevgera îslamî ya Kurdistanê veqetiyabûn, hat damezirandin. Zêdetir
  • Partiyên din
Gorran
Gorran
Tevgera Gorran Tevgera Gorran sala 2009 ji aliyê yek ji lîderên YNKê yê bi navê Newşîrwan Mistefa ve hat damezirandin. Newşîrwan Mistefa beriya ku Gorranê ava bike ji YNKê veqetiyabû û mijûlî karê rewşenbîrî bû lê biryar dabû bi lîstek cuda beşdarî hilbijartinên sala 2009 ên parlamentoya Kurdistanê bibe. Lê paşê lîsta wî bû partiyek siyasî li Herêma Kurdistanê û wek yekemîn partiya opozîsyonê derket holê. Rêkça Gorranê ew bû ku bi tundî rexne li partiyên desthilatdar (YNK û PDK) bigire. Gorranê karî gelek dengên nerazî her wiha dengên gelek endamên YNKê yên ku li dijî rêkeftina PDK û YNKê bûn, bikşîne aliyê xwe. Heta niha jî pirraniya alîgirên Gorranê alîgirên berê yên YNKê ne. Tevgera Gorran îsal biryar da êdî beşdarî hikûmetê bibe û dawî bi rola xwe ya opozîsyonbûnê bîne û şerê desthilatê ji parlamentoyê derbasî encumena wezîran bike. Tevgera Gorran jî bêkêşe nîne ji ber ku hevrikên wê vê rexneyê lê dikin ku heta niha nekariye kongrekî saz bike û bi awayekî demokratîk berpirsên xwe hilbijêre. Di nav tevgerê de jî kêşe hene ku kêşeya herî mezin bênasnamebûna wê ye ku ev jî bûye sedema dilgiraniya hinek ji lîderên tevgerê. Gorran li Kurdistanê qonaxek nû ya siyasî da destpêkirin ku berhemên wê zêdebûna azadiyan û demokrasiyê bû.
Komall
Komall
Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Komel sala 2001 ji aliyê hinek lîderên ku ji tevgera îslamî ya Kurdistanê veqetiyabûn, hat damezirandin. Ji destpêka avabûnê ve heta niha Elî Bapîr wek emîrê wê ye. Komel ku wek komek ji lîderên radîkal ên îslamî dihat dîtin, emîrê Komel sala 2003 hat girtin û 2 salan di zîndanê de ma, her wiha baregehên wê ji aliyê hêzên Amerîka ve hat topbarankirin û di encamê de zêdetirî 40 pêşmergeyên wê hatin kuştin. Komel beşdarî prosesa siyasî ya Kurdistanê bû û di hilbijartinên 2009 de karî li ser lîsta “çaksazî û xizmetguarî” 4 kursiyan bidest bixe. Komel jî mîna Yekgirtû tevlî opozîsyonê bû. Di nav wê de jî kêşeya hizrî heye ku ji hizra nû ber bi hizra selefiyên radîkal ve tê û diçe. Komel bi lîsta serbixwe beşdarî hilbijartinên 2013 ên parlamentoya Kurdistanê bûye. Dibe ku armanca herî mezin a Komelê ew be ku li pêşiya Yekgirtû bikeve û bibe yekemîn hêza îslamî li Kurdistanê lê ji ber ku bingeha wê li Dihokê lawaz e, çetin e bikare li pêşiya Yekgirtû bikeve. Herçiqas Komel li gorî Yekgirtû radîkaltir tê dîtin lê li hinek waran de li pêşiya Yekgirtû ketiye: vekirina paşnavê îslamî li ser saziyên xwe, derketina keçên bêlaçik di merasiman de. Ala vê partiyê jî balkêş e ji ber ku rengê wê narincî ye ku sembola şoreşa aştiyane ye û di nav de diroşma îslamî heye.
Partiyên din
0.141 seconds