‘Ger bombeyên we edalet nekuştibe, em ji Roboskê re edaletê dixwazin’
Şirnex: Malbatên 34 kesên ku di komkujiya Roboskê de hatibûn ku;tin, kincên reş li xwe kirin û li pêş edliyeya Şirnexê daxuyanî dan. Xizmê windayan Welî Encu got: "Helwesta hikumeta AKP’ê veşartina vê komkujiyê ye. Ger bombeyên we dadwerî nekuştibe, em dadweriyê dixwazin."
Xizm û malbatên 34 kesên ku di 28’ê kanûna 2011’an de li Roboskê ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin, îro kincên reş li xwe kirin û li pêş edliyeya Şirnexê daxuyaniya rojnamevaniyê dan. Polîsan wek helqeyeke berfireh malbatên ku wêneyên 34 kesên kuştî bilindkirin dorpêç kirin û nehîştin ku malbat derbasî baxçeyê edliyeyê bibin û daxuyaniya xwe li wê derê bixwînin. Welî Encu ku kekê Serhat Encuyê yê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû ye, li pêş deriyê edliyeyê daxuyanî xwend û got, "Her kesek ku xwedî aqil û wijdan be, dizane ku ev komkujî bi zanebûn hatiye kirin û AKP jî niha dixwaze serê vê bigre."
Encu wiha dom kir: "Em wek malbatan jî vê yekê wek sûcê dijmirovahiyê dibînin. Ji roja komkujiyê heta niha helwesta AKP’ê û Serokwezîr Erdogan ji bo veşartina bûyerê ye. Di ser bûyerê re 2 meh derbas bûn û hê jî tu kes ji erkê nehatiye dûrxistin û nehatiye girtin. Daxuyaniyên rayedarên AKP’ê dawetên komkujiyên nû ne. Ez li vê derê bang li Serokwezîr dikim: gavek zûtir dawî li vê neheqiyê bînin û kujeran derxin pêşberî dadgehê."
Encu got, li gel ku zarokên Roboskiyê bi aweyekî bêguneh hatine qetilkirin, tê xwestin yên mane jî têxin girtîxaneyan û da xuyakirin ku ma ev yek di kîja kitêbê de heye. Encu got, Faruk Encu ku di girtîxaneyê de ji ber zêdebûna neheqiyan hatiye ber xwekuşinê û di vî warî de nameya wî jî ji raya giştî re hatibû eşkerekirin û wiha domand: "Em wek malbatên şehîdan bi awayekî eşkere serokomar, serokwezîr, wezîrê navxwe û yê dadê hişyar dikin. Bila termekî dîtir ser yê 34’an neyê zêdekirin. Bila neheqî û bêdadî biqede."
Di daxuyaniyê de Encu piştgiriya raya giştî xwest û daxwaz kir ku kesên hatine girtin serbest bên berdan û wiha pêde çû: "Kesê ji xwe re dibêje 'mirov' û xwedî wijdanê ye, divê li hemberî vê neheqiya ku li wan hatiye kirin dengê xwe bilind bikin. Em mexdûr in û me girtinê heq nekiriye. Ji raya giştî re dixwazin ku piştgirî bidin kampanyaya ku ji hêla Mazlum-Der, IHD, ESHID, Platforma Jinên Paytextê û Platforma ji bo Roboskê Edaletê û neheqiya vê derê rawestînin. Ger ew bombeyên we edalet nekuştibe, em ji bo Roboskê edalet dixwazin."
Li aliyê din hate fêrbûn ku, waliyê Şirnexê piştî çalakiyê xwestiye bi malbatan re rûne û tê payîn ku di nav çend saetan de ev hevdîtin pêkwere.







Wêne: DÎHA



Nerîna xwe binivîse