Rûpelê serekî | Kurdistanî | ‘Em hewl didin hêzên xwe li ser sînorê Tirkiye û Îranê bicîh bikin’

‘Em hewl didin hêzên xwe li ser sînorê Tirkiye û Îranê bicîh bikin’

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image Nêçîrvan Barzanî bo Rûdaw: PKKê bi êrîşên xwe hewldanên di navbera Tirkiye û Ocalan de têk dan

Rûdaw-Taybet: Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand ku ji bo dawîanîn li bombardiman û pirsgirêkên ser sînor, bi tevgereke ‘’dîplomatîk a berfireh’’ û rûniştina ligel ‘’hemû aliyan’’ ve mijûl in da Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel Îran û Tirkiyê bên bicîh kirin. Barzanî got: ‘’Em naxwazin pirsgirêk hebin û hîç şerek derkeve. Niha em bi wê yekê ve mijûl in bi awayekî aram û dîplomatîk hewl didin hêzên me li ser sînor bin.’’

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Rûdawê Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, behsa serdana xwe ya dawî ligel şandeke Herêma Kurdistanê bo Tehranê kir û da xwiyakirin ku xala serekî ya gotûbêjên wan ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê tevlîhevî û aloziyên niha yên ser sînor bûn.

Roja 24.08.2011ê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Îranê kir û ligel Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejat, Wezîrê Derve û çend berpirsên din ên wî welatî civiya. Barzanî, da zanîn ku bi awayekî cidî û ‘’pêdagirî’’ behsa pirsgirêka qutkirina ava Elwen ligel Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê kirine û wan jî soz daye mijarê bişopînin; ‘’Lê digotin bi giştî av kêm bûye, me ne bi biryareke siyasî qut kiriye.’’

‘PKK û PJAK berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagrin’

Nêçîrvan Barzanî rexne li siyaseta PKK û PJAKê jî girt û wiha pêde çû: ‘’Bi şerên xwe qet berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagrin û her dem hincetan didin wan welatan da êrîşê nav axa Herêma Kurdistanê bikin.’’ Barzanî, da zanîn ku êrîşên welatên cîran di nav axa Herêma Kurdistanê de ‘’nayên qebûlkirin û li gor prensîbên navdewletî jî çênabe Herêma Kurdistanê vêna qebûl bike.’’ Barzanî, bibîrxist ku niha ew hikûmet in ne ku partiyeke li çiyan bin lewra ji parastina jiyana xelkê berpirsin û ligor yasayên navdewletî jî nabe Herêma Kurdistanê bibe bingehek bo êrîşkirina welatên cîran.’’

‘PKKê bi êrîşên xwe hewldanên di navbera Tirkiye û Ocalan de têk dan’

Di wê çarçoveyê de diyar kir ku Hêza Parastina Sînor li navçeyên sînor bicîh dikin û got: ‘’Niha em bi tevgereke dîplomatîk a berfireh ve mijûl in da ligel hemû aliyan rûnin ji bo em bighin wê armancê.’’ Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’PKK bi êrîşên xwe yên vê dawiyê yên li ser sînor hewldanên di navbera Tirkiye û Abdullah Ocalan û wê derfeta siyasî ku bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsa Kurd hatibûn çêkirin têk dan.’’

Barzanî da zanîn ku berî wan çalakiyan, ‘’PKK di rewşekê de bû dikarî gelekî fêdê jê bike, lê mixabin piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê di 12ê Hezîrana îsal de, PKKê siyaseteke şaş peyrew kir.’’ Bi tundî rexne li kirdarên çekdarî yên vê dawiyê yên PKKê jî girt û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Herdem derfeta destpêkirina xebata çekdarî heye, lê belê derfetên siyasî û aştiyane zehmet tên dirûstkirin, lê PKKê tehemûl nekir ka bizanê Erdogan piştî hilbijartinên 12ê Hezîranê dê çi bike. Mixabin têk dan.’’

‘Boykotkirina Meclîsê xeletiyeke stratejîk bû’

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Gotûbêjeke berfireh di astekî bilind de ligel Ocalan hebû, herwiha wek karakterekî siyasî di nav kêşeyê de derdiket. Lê şaşiyên PKKê prose têk da û hewldanên navbera Tirkiye û Abdullah Ocalan jî têk dan.’’ Barzanî, boykotkirina Meclîsa Tirkiyê ji aliyê BDPê ve wek ‘’xeletiyeke stratejîk’’ binav kir û got: ‘’Çênedibû wiha bikin.’’

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir ku ji bo Serokwezîrê Tirkiyê ‘’gelekî pêwist e ligel BDP û aliyên din gotûbêj bike, ji ber ewna bi awayekî giştî di berjewendiya Tirkiyê û Kurdan de ye jî. Bi baweriya min ji bo derketina ji wê tevlîheviyê divê banga aştiyê bike. Bêguman divê PKK jî çekan bêdeng bike û ji bo çêkirina zemîneyeke çareserî û aştiyane bike.’’ Barzanî, got ku Erdogan ji ber pêngavên xwe yên wêrek di dema borî de û bihêzbûna wî li Tirkiye û cîhanê erfeta wî heye pirsa Kurd çareser bike, û daxwiyaniyên vê dawiyê yên Erdogan dema got pirsa Kurd li Tirkiyê nîne lê pirsa terorê heye wek ‘’xeletî’’ binav kir.

‘Her bêjî divê çek bên danîn nabe, divê proseyek dest pê bike’

Derbarê daxwiyaniya dawî ya Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li Bexda ku ji Rûdawê re gotibû divê PKK bê merc çek deyne, Nêçîrvan Barzanî got ku çekdanîn di çarçoveya proseyeke siyasî ya çareseriya wê pirsê de dibe û wiha berdewam kir: ‘’Divê hikûmeta Tirkiyê proseya vebûna demokratîk germ bike, divê di encama wê proseya siyasî de jî bighe wê merhelê ku çek bên danîn. Divê mirov hinekî rastî biaxife, her bêjî çak bê danîn nabe. Divê proseyek dest pê bike. Di proseyê de bighin wê qonaxê.’’

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, axaftina xwe wiha qedand: ‘’Pêwist e ji bo çareseriyeke aştiyane Amerîka ligel Tirkiyê hewl bide, hewldana Amerîka û welatên Ewrûpa bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd gelekî girîngtir e ji wêya rê bide firokeyên Tirkiyê û bên navçeyên Herêma Kurdistanê bombardiman bikin.’’

Subscribe to comments feed Şirove (7 posted):

R.Sîtav on 28/08/2011 09:26:32
avatar
‘PKK û PJAK berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagrin’

Ew rÊxistin di berê da jî dijî berjewendîyê Kurd û Kurdistanê ye lê, mixabin desthelatîya me hê jî vê rêxistinê nas nake. Fermo;

"..Di 4 ê oktobera 1992-yê de Parlamentoya Kurdistanê biryareka dîrokî stand û statûya Kurdistanê wekî federal îlan kir. Dilê hemî kurdan bi vê îlanê geş bû.. Lê, Abdullah Ocalan çi got: “Ew rewşa li bakurê Iraqê xencerek e ko li nav pişta me çikiliye, ger dijmin wê ji navê raneke em dê wê ji navê rakin” Ev beyana Ocalan bi dehan caran di hemî organên PKK-ê yên ragihandinê de hatin weşandin.

Di encamê de PKK di 1994-ê de êrişî baregehên PDK-ê kir û şer di nav herdu aliyan de derket.." (MIHEMED EVDILA 26.8.2011).
Thumbs Up Thumbs Down
0
mesut on 28/08/2011 09:42:22
avatar
cenabe kek neçirwan analizeki gellek waqi çareseriyek bu meslahati herdu layande şirowe deket wequ keseki belayan dest xwobit daim serkeftına wi dıxwazin
Thumbs Up Thumbs Down
0
Mehmet Taşli on 28/08/2011 17:48:08
avatar
Sed car heyf ji hêzên Kurdên başûr re. Nikarin xwe biparêzin li hemberî êrîşên Tirk û Farisan. Hêzên we, peşmergeyên we ji bo çi hene? Yan na hûn ji bombeyan hez dikin? Dixwazin herroj bombe li ser we bibare? Ya rastev e: Tirk û Fars, ji bo bombebaranê PKK dikin hincet. PKK nebe jî hûnê bombeyan bixwin.
Thumbs Up Thumbs Down
1
S.Savrî on 29/08/2011 19:08:50
avatar
Eger hêzê Pêşmerge li ser sînorê kurdistanê bên becîh kirin. Kurd dişemitin û berbi şerê nav xwa diçin û dujminê kurda bi tayebetî Turk Û Faris bi serdikevin û ji xwa ji van êrişa ev amanca wane weku gava geing û bingehînî.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Brûsk Jor on 29/08/2011 20:51:59
avatar
Ez li serok û rêvebirên Hikûmeta herêma Kurdistanê matmayî dimînim. Min gelekî behetî dikin. Ma gelo qey birastî jî korin? Ma tiştê ku PKK aniye serê Kurdan ne ji karênn dijmina xerabtire? Ma PKK dijmintiyê bi Kurdistana Başûr nake?

Ger birêz N. Barzanî piçek kiryar û gotinên PKK ê û notên heftane yên Abdullah Ocalan bişopanda ewê zanîba ku PKK rêxistinek dewleta Tirkiyeye. PKK rêxistin û partiyeke ku ji terefê dewleta Tirkiye hatiye sazkirin. Hemû rêvebir û serokên PKK ajan û fermanberên dewleta Tirkiyene. Çawa partiya MHP (Partiya regezperest ya Tirka: Partiya Bizava Netewî ) ji Kurd û Kurdistanê nefret dike PKK jî ewqas ji Kurd û Kurdistanê nefret dike. Çawa MHP û dewleta Tirkiye dixwaze nîjadkujîya (genocide) Kurda bike û kurdistana Başûr birûxîne PKK heman tiştî dixwaze û bo vê armancê têdikoşe. BDP (Partiya Aştî û Demokrasî) jî wek PKK ji lay dewletê ve hatiye sazkirin.

Yanî PKK û BDP ne partiyên Kurdane lê birastî yên Tirkane.

Pêwîste N Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistan miamele li gel PKK li ser van rastiyan bike. Yanî lazime miameleya partiyek Tirka li PKK bike. Gerek şerekî mezin li gel PKK bide destpêkirin ji bo PKK yê ji xaka Kurdistana başûr derbixe. Çimkî PKK dewama Artêşa Tirkeyeye. Ha Artêşa Tirkiye li axa Kurdistane ha PKK li Kurdistane ferq nîne.

Ez gelek aciz dbim ku Hikûmeta Kurdistan hîna PKK nasnekiribe.

PKK rêxistinek Tirkaye û dijminê Kurdaye. PKK çendî zû ji axa Kurdistan bihê derxistin ewçen li berjewendiya Kurd û Kurdistane.

Carek din bibîr bînim: PKK ne rêxistinek Kurdistanîye lê rêxistinek Tûranîye (Tirkîyeyî).
Thumbs Up Thumbs Down
0
Îsmaîl Girikî--Çapemeniya Başûrê Kurdistan Liser rewşa Bakurê Kurdistan bigotina dawî; malwêrankirine! on 31/08/2011 10:08:36
avatar
Çapemeniya Başûrê Kurdistan Liser rewşa Bakurê Kurdistan bigotina dawî; malwêrankirine!

Jiber çi Kurd jî nebun dewlet? Ev pirsekî gelik klasike ku herdem ji Kurdan têt kirin. Lê Jiberku dabaş û pêdeçûyina vê gotinê kur û dirêje ez livêderê dawî pê tînim û derbazê Çapemeniya Basûrê Kurdistan û Tv yên serbi partî û desthilatê heyi çend gotina bêjim.

Tv´ yên PDK,YNK, Goran, Yekgirtu, komel û nizanim çendên din liser rastiya hebuna Bakûrê Kurdistan liser rêyekî şaş û bê mesulyetde diçin.

Ev medya Başûr Bakûrê Kurdistan bi çavên PKK ango bi gotinekî din Bi çavên Partiya Karkerên kemalistan(pkk) dengubehsên xwe diweşînin!
BDP li Diyarbekir yanjî li bajarekî din yên Kurdistan çi gotin kiriye, Tv´yên Başûrê Kurdistan jî wê dubare didin weşandin bêku nazikbun û ramana netewi liser Bakûrê Kurdistn bibîn wekî kanala İmrali didin wesandin!

Serokwezîrê Kevin û Cihgerê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî gotinên ji Çapemeniya Başûrre gotîn bi gotina dawî; malwêranî saşîtiyekî bi zanabuniye kiri. Nêçîrvan Barzanî Kemalist û Endamê Ergenekona terora dewleta Türk weku kesekî çareserxwaz daye diyarkirin. Nêçîrvan Barzanî baş dizanit Öcalan çareseriyê ji doza gelê Kurdre ne xwestiye û nejî tu cara dizxwaze. Lê gelo Çima cihgerê Mesûd Barzanî Nêçîrvan vê çewtî û saşîtiya neyêt erêkirin kiriye? Çima Nêçîrvan Katilê bi dehhezaran Kurd Öcalan weko kesekî çareserxwaz li pênûsê daye?

Ew kesê weko çarewserxwz nebu ma dema digot; Generalên Türkan serefa we hebe hon dê dewletçika Başûrê Kurdistan hlwesînin? Ew kese nebu dema digot; Avakirina dewletçika Basûr dibe Xincerek liser pişta iran, Türkiye, suriye û Iraqê, jiber hindê divê Generalên Tütk prensîpên Kemalizmê biparêzin û dijê vê dewletçîkê rawestin?
Lê bo Nêçîrvan Barzanî û Çapeneiya ji dinyayê bê agahdar ne xeme çi bi serên Bakûrê Kurdistan têt.

Partiya Karkerên kemalistan(pkk) , BDP, DTK û her komele û dezgehên bi wanve girêdayî parastina dewleta Türk dizaxwiz,: Lê ihgerê Mesûd Barzanî Nêçîrvan bi çavekî din dixwze dozê berovajî bike.

Yek ala, yek dewlet û yek milet di felsefa siyaseta partiya karkerên kemalistan (pkk)de hêjî zîndiye. 20 Milyon Kurd li Bakûrê Kurdistan bê seriye û kemalistên dijminkar yên wekî Qendil û Imralijî liser karên xwe berdewamin. Başûrê Kurdistan rastiya Bakûrê Kurdistan bi çavên vê partiya dijminkar dibînit. Gelo ev siyasetekî raste beramber doza gelê Kurd li Bakûr? Gelo ev siyaset diguncê bi siyaseta milliya Kurd?

Tv yên Başûr ji derveyê daxwiyaniyên BDT,DTK û Qandilê zêdetir tu kabiliyeta wan ya rastî gotinê nemaye û jixwe tucaran jî negotine û nejî dixwazin bêjin.
Pkk Cejna Remezanê Li welatên Misilman porozkirin.
Lê Li Kurdistanê jî qedexe danîn ser. Berê Kurdan grop grop diçûn cejna remezanê li êkdu pîrozdikirin. Lê îsal bi biryara Kustinê Pkk, BDT, Kandil ev cejne herimand .

Eger siyasetmedarekî wekî Cihgerê Mesûd Barzanî Nêçîrvan Barzanî İmralî weko çareserî ji Kurdan re bide diyarkirin, mana wê eweku Kurdan li Bakûrê Kurdistan hindakirin û doza mafê wan 50 salên din jî paşket.
Lê ez siyaseta Nêçîrvan Barzanî yaku Neo kemalist Serokê pkk weko çareserxwax dibîne û pêskêsê Kurda dike,bi tundî reddikim û ev buçûna wî neraste û tinê bo makyaja siyaseta Bakûrê Kurdistane. Eger ne, wîdemî Bila Nêçîrvan Barzanî rastiya Kemaloist partiya pkk û Endamê Ergenekona terora dewletê bo miletê Kurd diyarbike.
Îsmaîl Girikî
31.8.2011
Thumbs Up Thumbs Down
0
herbistin ronahi on 09/12/2011 11:56:09
avatar
nirxandine ismail gırki u Brusk jor
bı rasti ger lı tirkiye çapemeniya AKP
be şopandin iddiayen çapemeniya tırk u nırxandine van herdu kesa ji sedi sed weki ji yek devi derketiye bi rasti gele kurd ev jargon u propaganda gelek ditiye em çi bejin eve gele kurd bersiva van çevtiya bi yekiti u tekoşina xwe nişan dide...Kurdeki ku brakuji bixaze di xizmeti dijmine gele kurd deye u dı nav ihaneteke mezindeye
hemu hizbe kurdistani gerek hişyarbin u çevtiyek bi vi rengi nehelin jiyan bike.. biji gele Kurdistan
Thumbs Up Thumbs Down
0
total: 7 | displaying: 1 - 7

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
3.67