Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Şaciwana Kurdistanê: Xewna sed salî pêk tê

Ji aliyê Gülbahar Altaş 2-10-2017
Jalya Sîrwan
Jalya Sîrwan

Silêmanî (Rûdaw) - Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê Jalya Sîrwan derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de got, “Ji bo Kurdistaneke serbixwe min dengê belê da.”

 

Şaciwana Kurdistanê Jalya Sîrwan duh li bajarê Silêmaniyê beşdarî Duyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê bû.

 

Jalya Sîrwan ji Rûdawê re diyar kir ku ew kêyfxweş e beşdarî Duyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê bûye û got: “Ez pê şanazim ku festival bi awayekî profesyonel dest pê kir.”

 

Derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî Jalya Sîrwan anî ziman ew ligel serxwebûnê ye û wiha domand:

 

“Em kurd sed sal in bi xeyala avakirina dewleta Kurdistanê dijîn.  Ji bo serxwebûna Kurdistanê me bi hezaran şehîd û gelek bedelên din dane. Min weke şaciwana Kurdistanê dengê belê da û ez bi vê yekê serbilind im. Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de em dê Ala Kurdistanê di qata navnetewî de bibînin.”

 



Sîrwan da zanîn ku çend projeyên xwe yên xizmetkirina Kurdistanê bicihkirine û wiha axivî: “Piştî ku weke Şaciwana Kurdistanê hatim hilbijartin min zanî barê li ser milê min girantir bû. Lewma min zêdetir berê xwe da çalakiyên bo alîkariyê. Ji ber şerê li dijî DAIŞê gelek malbat koçberî Kurdistanê bûne. Taybetî tişta ji destê min tê ez alîkariyê ji bo wan dikim.

 

Herwiha heyameke dirêj e ez ji bo ku alîkariyê ji malbatên pêşmergeyên şehîd re peyda bikim li ser kampanyayekê dixebitim. Hedefa me ew e ku em kampanya xwe berfireh bikin û hîn bêhtir alîkariyê bidin kesûkarên şehîdan.”

 

Li Hewlêrê 6ê cotmeha par rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hatibû sazkirin û di nav 11 ciwanan de Jalya Sîrwan weke “Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê” hatibû hilbijartin.

 

Jalya Sîrwan xelkê bajarê Silêmaniyê ye 21 salî ye.

1367 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.531 seconds