Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Taca şaciwaniyê jê hate wergirtin: Li dijî serxwebûna Kurdistanê bû

Ji aliyê RÛDAW 4-8-2017
Viyan Amir
Viyan Amir

Hewlêr (Rûdaw) –  Rêxistina Şaciwaniya Iraqê nasnava “Şaciwana Iraqê ya 2017ê” ji Viyan Amir Nûrî Silêman wergirt.

 

Rêxistina Şaciwana Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber binpêkirina xala 4emîn a şertên beşdarbûna pêşbirka şaciwaniyê, ku divê beşdar berî nezewicî be û xwedan zarok nebe, nasnav û hemû erkên şaciwaniyê ji Şaciwana Iraqê ya 2017ê, Viyan Silêman hatiye stendin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Viyan Amir Nûrî Silêman di dema tomarkirina navê xwe de gotiye berî destgirtî bûye lê nezewiciye. Lê belê paşî derketiye holê ku ew li gel kesekî bi navê Talib Ezîz zewiciye. Herwiha ji bo ev yek neyê zanîn, di dema beşdarbûna hilbijartinê de jî nasnameya xwe ne aniye, tenê pasaporta xwe aniye.  lewma

 

Viyan Amir Nûrî Silêman roja 25/05/2017ê weke “Şaciwana Iraqê” hate hilbijartin û xwîşka wê Sozan Amir taca şaciwaniyê danî ser serê wê. Di hilbijartinên şaciwaniya 2016ê de, Şeyma Qasim bibû “Şaciwana Iraqê ya 2016ê” lê piştî ku Şeyma Qasim zewicî, taca xwe da xwîşka Viyanê, Sozan Amir, ku ew jî di pêşbirkê de bibû duyemîn.

 

Viyan Amir ji bavekî kurdê Silêmaniyê û dayikekê erebê Hileyê ye. Ew bixwe li Bexdayê ji dayik bûye û niha 23 salî ye. Xwendina bilind di beşa Jimêryarî, Endazyarî û Bernamesaziyê de qedandiye. Çavên wê kesk û pora wê qehweyî ye. Bejna wê li gorî bejna jinên Rojhilata Navîn bilind e û 171 santîmetre ye, kêşa wê jî 55 kîlogram e.

 

Viyan Amir ji bo projeyên xwe dest bi geşta bajarên Iraqê kiribû.

 

Herwiha di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re li ser referandûm û serxwebûna Kurdistanê gotibû: “Bi nêrîna min divê Iraq yekparçe be û Kurdistan jî beşekê Iraqê ye, ku nayê cihêkirin.”

 

 

 


 

 

 

 

Nîşankirin : Viyan Amir, Şaciwan, Iraq
3954 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 10 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.485 seconds