Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Taştêya navdar a Çewlikê

Ji aliyê Ali Haydar Gözlü 6-9-2017
Xwaringehên taştê yên li ser rêya Çewlik û Elezîzê

Çewlik (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê li ser rêya Çewlik û Elezîzê xwaringehên taştê, bi hingiv û qeymaxa xwe, bala xelkê dikşînin ser xwe.

 

Li ser rêya Çewlik û Elezîzê li gundê Kuruca, tê gotin ku hingiv û qeymaxên (to) herî xweş têne berhemanîn.

 

Hingiv û qeymaxên ku berê li tenişta rêyan li ser dezgeyan dihatin firotin, niha li xwaringehên taştê têne pêşkêşkirin.

 

Welatiyên ku ji navenda bajarê Çewlikê û bajarên li derdora wê tên, ji bo ku hingiv û qeymaxa wê herêmê tam bikin, diçin xwaringehên taştê.

 

Welatiyê bi navê Mehmet Sonmez ji Rûdawê re diyar kir: “Hingiv û qeymaxa Bîngolê bi nav û deng e. Kesên ku ji vir derbas dibin, tekez serî li vê derê didin û hingiv û qeymax dixwin. Ji ber ku hewa û ava vî bajarî gelek baş e, hingiv û qeymaxa wî jî navdar e. Lê mixabin pir nayê nasîn.”

 

Welatiyekî din ê bi navê Omer Tekîn ku dibêje ji bo xwarina hingiv û qeymaxê ji derveyî wî bajarî hatiye got: “Hingiv, qeymax û qelî hemû teze ne. Ji ber ku teze ne, tama wan pir xweş e. Ez ji Antalyayê hatim. Ezê hingiv û qeymax bixwim û vegerim.”

 

Ahmet Boydaş jî aşkere kir: “Dawiya hefteyan ji bo ku stresa xwe em biavêjin, em tên vê derê. Hingiv û qeymax her roj bi awayekî teze têne vê derê.”

 

Xwediyê xwaringehê Mehmet Aydin jî amaje bi wê yekê kir, ji ber ku cûreyên giyayan li Çewlikê gelek in, hingiv û qeymaxên wê jî gelek bi sihet in û got:

 

“Qeymaxa me û hingivê me, ji giyayên çiyayan hatine û rojane û teze ne. Ji ber vê xelk tê vê derê.” 

Şîrove

 
Malabadéya Silivana Diyarbekiré | 6-9-2017
1. Beríya her ti$ti ev dimen min picek xemgin kire, ji ber ku van caméran zédetir bi zimané tirki dipeyivin u ne zazaki ango krimacki. Viya ni$ana ku meyla me li ser zimané me níne. Her ciqas ku bingeha zimané tirko li ser erebi,farisí,fransizí,kurdi,ingilizi u zimané diné be ji, vi dímenén min dit ni$ana hizkirina zimané tirkiye u tékcuna zaravaya zazakiye. 2. Mal ava, tu jibuy qeymax u hingiv bixwuiy cuy ta cewliké? Ji we re pé$niyarí dikim ku ríya we bi Diyarbekiré kete, herin Xana Hasan Pa$a u xuriniya xwe li wé deré bikin, ango herin cem koceran tumast u qeymaxa xwe li cem koceran bixwun. Silav
Nîşankirin : Çewlik, Taştê, Hingiv, Qeymax
2833 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.516 seconds