Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Şebnem Baranî: Ez qet nefikirîm ku bibim şahciwan

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Şebnem Baranî
Şebnem Baranî

Oslo (Rûdaw) – Bikarhênerên Instagram nasnavê "şahciwaniyê" dane, lê ew qet rojek ji rojan nefikiriye ku xwe ji bo şahciwaniya cîhanê hilbijêre. Şebnem Baranî her dema wêneyek li ser Instagramê datîne, yekser li ser malperên Kurdî belav dibe, ji ber vê yekê jî bûye stêrkeke medyayê.

 

Şebnem Baranî temenê xwe yê rastîn ji Rûdawê re eşkere kir û got 24 salî ye û li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye. Dema ku ew 5 salî bûye, tevî malbata xwe ber bi Norwecê koç kiriye, niha jî li Zanîngeha Osloyê xwendekara derûnnasiyê ye.

 

Destpêkê ji Şebnem Baranî re xweş nebûye ku malperên Kurdî wêneyên wê belav bikin, lê niha medya wê weke şahciwana Instagramê dide nasîn.

 

Baranî dibêje: “Destpêkê dema wêneyên min li ser medyaya civakî dihatin belavkirin û gelek aktîv bûm, min gelek Kurd nas nedikirin, piraniya şopînerên min biyanî bûn, piştre min dît hêdî hêdî kesên ku min ew qebûl dikirin Kurd in, êdî min biryar da ku bi Kurdî binivîsim, niha jî di nav Kurdan de hatime nasîn, ez kêfxweş im.”

 

Her çiqas gelek kes ji ciwaniya wê mat mane, hinek kes jî dibêjin destkarî li xwe kiriye û temenê xwe yê rastîn veşartiye, lê Şebnem Baranî nasnameya xwe derdixe ku li ser 1994 nivîsandiye, ango 24 salî ye.

 

Şebnem Baranî dibêje: “Ez ji çar saliya xwe ve medyaya civakî bi kar tînim, temen nabe tiştekî giring be, ku xelk derewan li ser bike, min ti car negotiye ez ciwan im, tevî ku her kes li cem xwe ciwan e, xelk ev nasnav daye min.”

 

Gelek zêde daxwaza evîndariyê û zewacê têne Şebnem Baranî, ew dibêje: “Kesayetên naskirî yên Kurdistanê û cîhanê, daxwaza peywendiyê ji min dikin, hunermendên navdar ên cîhanê jî hene, lê ez navê wî nabêjim, çimku Kurd gelek ji dengê wî hez dikin.”

 

Şebnem Baranî ji bo zewacê mercên xwe eşkere dike û dibêje: “Tenê vê yekê dibêjim, bila zilam be, kur nebe, mebesta min ew e ku yekî mezin be, dibe ku weke min sade be, ciwanî jî giring e, lê pir giringî nadim.”

 

Her çiqas di çend reklaman de lîstiye, Şebnem Baranî naxwaze di reklaman de derkeve û dibêje: “Naxwazim ji bo xatirê pereyan her tiştî qebûl bikim.”

 

Derbarê beşdariya klîpên stranan jî Baranî diyar kir: “Heta niha gelek hunermend bi min re ketine peywendiyê ji bo klîpan, lê min qebûl nekir. Çimku dixwazim tenê carekê derkevim, ew jî di klîpeke baş de û li gel hunermendekî baş.”

 

Şebnem Baranî gelek ji cilên Kurdî hez dike û di gelek ahengan de lixwe dike, herî zêde jî rengê reş hez dike, çimku li gor wî rengê reş rengê hezkirinê ye.

 

Dema ku Şebnem Baranî ji Rûdawê re diaxivî, bi xweamadekirina ji bo serdana Başûrê Kurdistanê mijûl bû û got: “Ji ber ku dapîra min xelkê Raniye ye, dixwazim yekem cih biçim wê derê, lê eger biçin Rojhilatê Kurdistanê dixwazim biçim Mehabadê û li Wefayî û çarrêya Azadî bigerim.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
651 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin 5-8-2018 |

Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin

Ayetullah Haşim Bethayî dibêje, amerîkî ji Firewn Zêdetir
0.234 seconds