Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Ji Ewropa û Lubnanê ve tên û ji keçên Kurd re karê cuwankariyê dikin

Ji aliyê Rengîn Şero 12-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Bi belavbûna dîmen û vîdeoyên modêrn û staylên nû , li ser medya cîhanî herwuha torên civakî, keçên Kurd jî giringiyê didin bi  awayên stayl û modêlên por û nênûkan, vê yekê  jî derfet li ber pisporên vî karî vekirye ,ku berê xwe bidin Hewlêrê û salonên ciwankariyê vekin. Salona La Viola li Hewlêrê yek ji wan salonên nû ye

 

Salona La Viola li Hewlêrê yek ji wan salonên nû ye, ku bi awayekî  modêrn û li gorî standerên cîhanî hatiye vekirin, ew salon hejmarek mezin ji pisporên ciwankariyê yên Ewropî li xwe  digre, rojane bi dehan  keçên Kurd, bo xwe xweşik kirinê, serdanê salonê dikin.

 

La Viola yek ji wan navendên ciwankariyê ye ku ev demeke kurt e vebûye, weke her navendeke ciwankariyê ya pêşketî guh dide paqijkirin û ciwankirina nînokan, ji ber ku gelek daxwaz li ser karê nînkona heye û Ukraynî di vî warî de pispor in û qesta Başûrê Kurdistanê dikin daku vî karî bikin, li vê salonê 4 keçên Ukraynî karê paqijkirin û boyaxkirina nînokan dikin.

 

Ciwankara Ukraynî, Katrîna ji Rûdawê re dibêje: "Navê min Katrîna ye. Ez ji Ukraynayê hatime. Ev 8 meh in ez li Navenda La Viola kar dikim û di karê xwe de berdewam im çimkî karekî xweş e. Tîmeke me ya pir baş heye. Li vir em karê ciwankirina nînokên dest û lingan dikin. Herwiha em karê stayl û dîzaynê jî dikin. Em ji vî welatî hez dikin û ji xelkê vir jî hez dikin."

 

Berî cejnê keç dixwazin guhertinekê di modêla porên xwe de bikin û ew herdem dixwazin salon û kuafêrên nû hilbijêrin.

 

Lê niha ji her tiştî bêhtir li Başûrê Kurdistanê daxwaz li ser neştergeriyên ciwankariyê hene. Berî niha jin û keç û carina mêran jî berê xwe didan derve daku van neştergeriyan encam bidin. Vebûna salonên pêşketî, ewlehî û pêşketina aborî bûne alîkar ku pisporên navdar di vî warî de berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û van neştergeriyan encam bidin. Dr. Pol yek ji wan pisporan e û behsa xwestekên serdankerên xwe dike.

 

Pisporê Neştergeriyên Cuwankariyê, Pol Ewdê jî li ser karê xwe yê li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî û got: "Pisporiya min di warê neştergeriya cuwankariyê de ye û min borda Amerîkî di vî warî de bidest xistiye. Ez karê xwe li Hewlêr û Beyrûtê jî dikim. Daxwaza xelkê vir bêtir li ser ciwankariya bêvil û rakêşana bez û şidandina sîng û zik e. Em hemû neştergeriyên ciwankariyê encam didin û niha jî emê potoksê jî çêkin."

 

Girêdaneke bihêz di navbera ciwanî û bedewî û baweriya mirov bi kesayetiya xwe heye bi taybetî jin. Vekirina navendên pêşketî yên ciwankariyê jî dibe alîkar ku jinên Kurdistanê ciwaniya xwe derxin.

Nîşankirin : Hewlêr, Cuwankarî, Stayl
2554 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.453 seconds