Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

AMED – Bûk û zavayekî bi şêwazeke ciyawaz daweta xwe kir

Ji aliyê RÛDAW 12-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bûk û  zava daweta xwe bi konvoya piskilêtan xemilandin.

 

Endezyar Suleyman ku xelkê bajarê Amedê ye  û Ozge Ozgoruş xelka bajarê Denizliyê ye li Amedê hevdu naskirin û tevî nerazibûna malbatan biryar dan ku jiyan xwe bikin yek.

 

Bûk û zave ji bo ku balê bikşînin û cudahiyekê çêbikin, bi kincên bûk û zavatiyê  bi 70 piskilêtî, 22 kîlo metreyî di nava kolanên Amdê re digerin.

 

Endezyar Suleyman diyar kir ku temenê wî 25 e, û beriya 3 salan wî werzîşvan  Ozge ku bi eslê xwe  Denizliyê ye naskir.

 

Endezyar Suleyman wiha got: Jîna min ji Denîzliyê ye. Beriya 3 salan ji Denîzliyê hat vê derê. Me bi rêya dost û hevalên xwe hevdu naskir. Piştî wê jî hêdî pêwendiya me li gel hev dewam kir. Demên zehmetjî me derbaskirin, lê di dawiyê de em gihan hevdu.

 

Li gorî ew dibêjin, Malbat di serî de li beramberî zewaca wan derdikevin lê di dawiyê de Ozge û Suleyman malbatên xwe razîdikin  û bi hevre dizewîcin.

 

Ew dibêjin ku jiyan bixweşî û çalakiyan zindî dibe.

 

Ozge Ozgoruş jî wiha got: Beriya sê salan me hev naskir. Di serî de di navbera malbatên me de pirsgirêk çêbûn. Lê niha her tişt baş e. Ez ji werzîşê hezdikim û bi taybetî werzîşa piskilêtê. Werzîş ji bo tenduristiya mirov jî baş e. Ji bo em balê bikşînin ser werzîşê û ajotina piskilêt me tiştekî wiha kir. me xwest weneyek xweşk di nava bajar de çêbibe.


Li gor bûk û zava dibêjin pêwîst e werzîş di hemî qadeke jiyana me de hebe û  ji bo ku jiyan çalak û bi tenduristî derbas bibe pêwîst e her kes ji werzîşê hezbike û werzîşê bike.

Nîşankirin :
2199 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 9 demjimêr berê | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Deniz Deniz | 2018-02-22 6:29:49 AM
Van rojname ji ber tirs, xof û berjewendiya aborî kurdî betalkirin. Rojnameya Welat a tekane li tirkiye weşana kurdî dike dewam dike... Ger zextên...
AZAD21 | 2018-02-22 6:44:01 AM
KA KÎ LI VIRA DEST WE DIDI? BALA XWE DIDIM PIRANÎYE ŞÎROVA TIRKÎ TÊ NIVÎSANDIN... WERIN HERGAV ŞIROVE XWE BI KURDÎ BINÎVSÎNÎN. ALÎYE TIRKÎ BITERKÎNÎN.
Rojnameyên Amedê rûpelên xwe yên Kurdî rakirin
| Duh vî demî 09:07 | (2)
Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| 21-2-2018 | (1)
0.375 seconds