Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

AMED – Yekemîn pêşangeha pêdiviyên zavacê vebû

Ji aliyê RÛDAW 13-10-2017
Amed

Amed (Rûdaw) – Li Amedê yekemîn pêşangeha zewacê vebû. Di pêşangehê de dîmenên rengîn derketin holê.

 

Ji bûkaniyê heta makyajê, ji mobîlyayê heta aksesûarên nava malê... Hemû kel û pelên ku ji bo zewacê pêwîst in di vê pêşangehê de derketin bazarê.

 

Di pêşangehê de mehra bûk û zavayek jî hate birîn. Metîn Guneş û Tuba Saka xwe bûk û zavayên herî bi şans ên salê dibînin.

 

Zava Metîn Guneş got: “Em di nava kelecanê de ne. Em îro pir kêfxweş in. Daweta me, nîkaha me li cihekî wiha bû. Em pir kêfxweş in.”

 

Bûkê Tuba Saka jî got: “Kelecan hebû çawa tune bû? Pir hebû. Lê gelek xweş bû.”

 

Grûba muzîkê ya latîn ku organîzasyona hine û nîşaniyan dikin jî bi muzîk û stîla xwe rengekî xweş dan pêşangehê.

 

Endamê Koma Muzîka Latîn Cîhan Sezîk diyar kir: “Em ji xwe re dibêjin bandoya latînî. Bi rastî ev bando li Stenbolê pir zêde ye. Li Amedê tunebû. Me jî xwest em li Amedê jî tiştekî wiha çêbikin.”

 

Ebrû Altiner Şirîn jî li Amedê serkêşiya beşeke nû ya dawetan dike. Ew amadekariyên hine û şahiyan bi rê ve dibe. Dibêje Amed êdî bajarekî metropol e û hêjayî kalîteyeke bilind e.

 

Ebrû Altiner Şirîn dot: “Em li Amedê xîtabê hemû çînan dikin. Me ji xwe re tu sînorek daneniye. Em karê organîzasyona merasim, kokteyl, kongre, konsertan dikin. Em organîzasyona xemilandina bûk zava, şevên hineyê û nîşaniyê jî gelek baş çêdikin.”

 

Gozde Ocak Baştimar jî ev 10 sal in ku li Amedê birêveberiya pêşangehan dike. Dibêje li bajarên kurdan cara yekemîn e ku pêşangeheke zewacê tê lidarxistin û ew ê hersal vê pêşangehê bi rê ve bibin.

 

Rêvebera Pêşangeha Zewacê Gozde Ocak Baştimar da xuyakirin: “Pêşangeha me cara yekemîn e li Amedê tê lidarxistin. Keç û xortên ku nû dizewicin û kesên ku dixwazin mala xwe nû bikin, dikarin her cure kel û pelan ji serî heta binî li vê pêşangehê peyda bikin. Heta niha 75 fîrma (kompanî) tevli pêşangehê bûne û eleqe gelek zêde ye.”

 

Pêşangeh dê 3 rojên din jî vekirî bimîne. Bûk û zavayên nû dê bikaribin bi buhayeke kêmtir her cure kel û pelên nava malê ji xwe re li vê pêşangehê bikirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Amed, Pêşangeh, Zewac
544 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 3 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 5 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 3 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 6 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
1 seconds