Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Li Stenbolê pêşengeha cilûbergên mihafazakar dest pê kir

Ji aliyê Rawîn Stêrk 20-1-2019
Lifesty Turkey mazûvaniya nêzikî 250 kompaniyan dike

Stenbol (Rûdaw) - Lifestyl Turkey pêşengeha cilûbergên mihafazakar ku bi dehan kompaniyan li hev kom dike li Stenbolê dest pê kir. Di çarçoveya pêşangehê de ji gelek welatên ereban jî kompanî beşdar dibin. Bi saya pêşangehê xelkê mihafazakar û mutedeyîn him ji moda û styla mihafazakar hayîdar dibe û him jî berhemên nû ji nêz ve dibînin.

 

Sofûar, ango Lifestyl Turkey, yan jî Pêşangeha Cilûbergên Mihafazakar li Stenbolê bi eleqeyeke germ cara yekê dest pê kir. Ji zêdeyî 30 welatan kompanî û kiryar beşdariyê li pêşangehê dikin. Dîzayner, stîlîst, karsaz û kompaniyên mutedeyîn cara yekê li bin heman banê hatin ba hev. Beşdar şanaziyê bi wê yekê dikin da ku derfeteke wiha pêk hatiye.


Dernarê pêşangehê de karsaz Cîhangîr Genceroglû ji Rûdawê re wiha got: “Pêşangeh cihên hevanaskirin, nîşandan û nimayîşkirinê ne. Li vir jî gelek kompaniyên ku li vê qadê kar dikin li hev civiyane. Em bi saya pêşengehên wiha dikarin bi kirayaran re bi kompaniyên din re bên ba hev. Diyalogên gelekî baş li vir derdikevin. Em ji karê xwe xweşhal in û bang li hemû birayên xwe dikin ku bên.”


Di çarçoveya pêşangehê de tarz û modaya nû, her cor cilûberg, xeml û xişira bo mihafazakaran tê pêşkêşkirin. Cilûbergên serdema Selçûk û Osmaniyan a ku bi saya rêzefîlman bûye modayek jî li pêşangehê balê dikêşe.


Dîzayner Cemal Tekîn jî got: “Bi saya rêzfîlman daxwaza van cilûbergan zêde bû. Me berê weke hobî dikir. Lê dema daxwaz wiha zêde bû me dest bi berhemanînê kir. Şikur karê me niha gelekî baş e. Eleqeya li gel vê tarzê jî gelekî baş e.”


Pêşangeh bi wê mebest û hewlê hate lidarxistin da ku berpêşçûna modaya mihafazakar a cîhanê diyar bike. Lê li gorî hin beşdaran, li Tirkiye moda û stayla mutedeyîn ya pêwîst hîna jî derneketiye holê.


Modelîst Aliye Dîkmen jî wiha axifî: “Ez ne di wê baweriyê de me ku niha lixwekirineke mihafazakar a baş hebe. Cilûbergên ku têne sêwirandin gewdeyê meriv didin xuyakirin. Divê ew nêrîna nerast ji holê rabe. Helbet divê şiq be lê xetên bedena meriv nîşan nedin. Bi ya min divê jin tiştên fireh weke ferace li xwekin.”


Bi saya vê pêşengehê dîzayner û stîlîst koleksiyonên xwe yên bihar û havînê di niha de eşkere û pêşkêş dikin. Li gorî stîlîstan jî Tirkiye di warê cilûberg û modaya muhafazakar de gihîştiye qonaxeke baş.


Stîlîst Hîcran Onal jî dibêje: “Bi ya min lixwekirina mihafazakar li Tirikye hatiye asteke gelekî baş. Dibe ku li gor hinan ne baş be lê bi ya min li astek baş e. Ez bixwe jî hewl didim tiştên cûda amade bikim. Ez bixwe li wê stylê hezdikim da ku cilûberg yek perçe be û rehet be.”


Pêşageha ku dê du rojan berdewam bike mazûvaniya gelek şandên biyanî û hevkariyên di navbera welatên cihê de jî dike. Tê payîn ku bi maweya du rojan nêzikî 5 hezar kes seredana pêşangehê bikin. Lifesty Turkey mazûvaniya nêzikî 250 kompaniyên li vê qadê dike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.344 seconds