Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Stranbêja Lubnanî: Xweştirîn konsera min li Kurdistanê bû

Ji aliyê RÛDAW 20-1-2019
Melîsa derbarê jiyan û karê xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî
Melîsa derbarê jiyan û karê xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî

Stranbêja Lubnanî, Melîsa dibêje yek ji xweştirîn konsera wê ya par li Hewlêrê saz kiribû û ew dê îsal jî serdana Herêma Kurdistanê bike.

 

Melîsa da zanîn ku wê li Dubaî ligel hunermenda Kurd a navdar Hely Luv konsereke xweş saz kirine.

 

Stranbêja Lubnanî Meryem Şahabe ku wek Melîsa tê naskirin di sala 1982yê de ji dayîk bûye û bavê xelkê Lubnanê ye û dayîka wê jî bi eslê xwe Iraqî ye.

 

Melîsa ji sala 2006ê ve kare muzikê dike, lê ew di medyaya erebî de ji karê xwe zêdetir bi jiyana xwe ya taybet tê rojevê.

 

Stranbêja Lubnanî Melîsa derbarê jiyan û karê xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.



 

Rûdaw: Tu xelka Lubnanê yan Iraqê yî?

 

Melîsa: Ez nîvî Lubnanî me û nîvî Iraqê me, lê ez li başûrê Lubnanê hatine dinyayê. Herwiha bavê min ji başûrê Lubnanê ye û dayîka min jî bi eslê xwe ji Iraqê ye. Lewma ciheke taybet ê xelkê Iraqê li ba min heye. Ez gelek ji wan hez dikim.

 

Ew qasî medya cih didin jiyana taybet a te bi wê qasî cih nadin karên tê yên hunerî. Sedamên vê yekê çi ne?

 

Vê mijarê ji rojnamevanan bipirse. Ew baştir dizanin sedemên vê yekê çi ne.

 

Di medyayê de tê îdiakirin ku tu û hevjînê xwe ji ber peywendiyên tê yên ligel alîkarê tê Jan Selibey ji hev cuda bûne. Bandora wê yekê li ser cudabûna we hebû?

 

Erê rast e ev mijar gelek hat rojevê. Lê bi ti şêweyî rastiya wan îdiayan nîne. Ew hemû derew in. Jan Selibey têne berpirsê peywendiyên min e, û herwiha dostekî min ê heja ye. Ji bilî kar ti peywendiyên min bi wî re nîne. Ev gotin tenê îdiayên medyayê ne.

 

Berî niha te serdana Kurdistanê kir. Mebesta ji wê serdanê çi bû?

 

Ji bo konsereke taybet min serdana Hewlêrê kir. Bi rastî yek ji sekeftirîn konsera min bû di sala 2018an de. Hêvîdar im min dilê xelkê Hewlêrê jî xweş kiribe.

 

Tu dixwazî careke din bê Kurdistanê?

 

Bêguman ez dixwazim di sala 2019an de careke din bêm Kurdistanê. Ji bo vê yekê çend hevdîtinên me çêbûne. Di roja valantinê yan jî di meha hezîranê de dibe ez dîsa werim Kurdistanê. Wek min got lê dem hêj diyar nebûye.

 

Tu ji bilî şêweya erebiya Lubnanê, bi şêweya erebiya kîjan welatê din stranan dibêjî?

 

Ez têvî şêweya erebî ya Lubnan bi şêwaya erebiya Misir, Iraq çend welatên din jî stranan dibêjim.

 

Peywendiya te ligel hunermêndên Kurd heye?

  

Li gel hunermedê Kurd Helkewt Zahîr peywendiyeke min a baş heye. Li Lubnan û Hewlêrê me bi hev re hevdîtin kirin. Di sersala 2019an de jî min û hunermeda Kurd Helly Luv li heman cih stran gotin. Ligel Helly Luv hevaltiyeke me ya baş dest pê kiriye.



 

Te di sala 2013an de albumek derxist û ji bilî wê te tî album amade nekirin. Sedemên wê çi ne?

 

Derxistina albumeke nû ew qasî hêsan nîne. Ji bo derxistina albumeke nû demeke dirêj pêwîst e. Herwiha pêwîstî bi budçeyeke zêde jî heye.

 

Tê gotin ku te pereyek baş ji karê reklaman qezenc kiriye...

 

Belê rast e, ez di fîlmên reklaman de rolê wedigirim. Lê ti peywendiyên wê ligel karên min ên albumeke nû nîne. Wek tê zanîn karê albumê ji karê bazirganî û reklamê cuda ye.

 

 Te projeyeke nû ji bo karên hunerî heye?

 

Ne gelek ji mêj ve ye min klîbek belav kir. Şikir ji Xwedê re encamek baş jê derket. Guhdarvanan şiroveyên erênî kirin. Niha jî ji bo sazkirina çend konseran li welatên erebî em amadekariyan dikin. Herwiha ji bo çêkirina klîbeke nû ez ligel derhênerê Lubnanî Fadî Hedad re hevdîtina dikim. Berê jî em bi hev re xebitîbûn û  ji projeyên me behemên serkeftî derketibûn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.172 seconds