Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Şacuwana 2018 a Kurdistanê hat hilbijartin

Ji aliyê RÛDAW 21-12-2018
Şacuwana Kurdistanê,
Şacuwana Kurdistanê,

Hewlêr (Rûdaw) – Çaremîn gera hilbijartina Şacuwana Kurdistanê, pêncşembiyê 20ê Kanûna 2018ê li Hewlêrê hat lidarxistin û têde Sana Mehmûd a xelkê Helebceyê weke Şacuwana 2018ê ya Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Ji bo beşdarbûna di çaremîn gera hilbijartina Şacuwana Kurdistanê ya bo sala 2018ê, 107 keçên ji seranserê Başûrê Kurdistanê navê xwe di pêşbirkê de tomar kiribûn. Piştî nirxandinan, tenê 14 keç bo qonaxa dawî ya pêşbirkê mabûn, ku 7 ji wan xelkê Silêmaniyê, 4 ji wan xelkê Hewlêrê, û ji her yek ji Duhok, Kerkûk û Helebceyê jî keçek tevlî qonaxa dawî ya pêşbirka hilbijartina Şacuwana Kurdistanê bibûn.

 

Berbijêrên şacuwaniya Kurdistanê, temenê wan di navbera 18 heta 30 saliyê de bû û di heyama çend rojan de ji saet 07:00 sibehî ve heta 22:00ê şev ji aliyê mamosta û serpireştên xwe ve rahênan bi wan hatiû kirin, ji bo ku ji merasîma dawiyê ya hilbijartina şacuwaniyê re amade bin.

 

Hilbijartina Şacuwana Kurdistanê bo sala 2018 di demekê de ye, ku sala 2017 Şacuwana Kurdistanê nehatibû hilbijartin.

 

Di pêşbirka dawî de, Sana Mehmûd weke Şacuwana 2018 a Kurdistanê hat hilbijartin. Bo dema salekê yekeyeke nîştecihbûnê di apartmanekê de li bajarê Hewlêrê ji Şacuwana 2018 a Kurdistanê re tê dabînkirin û herwiha otombîlek û mehane hinek pere weke alîkarî ji aliyê kompaniya Babylon ve ji Şacuwan re dê were dabînkirin, daku bikare karûbarên xwe birêve bibe.

 

Di pêşbirka Şacuwaniyê ya 2018 de, herwiha her yek ji Karêz û Mîriyan pileyên yekem û duyem ên Şacuwaniyê wergirtin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.516 seconds