Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Stîl

Şacuwana berê ya Kurdistanê: Gefên kuştinê li min xwarin

Ji aliyê RÛDAW 23-12-2018
Çaremîn gera hilbijartina Şacuwana Kurdistanê hat sazkirin
Çaremîn gera hilbijartina Şacuwana Kurdistanê hat sazkirin
Şacuwana Kurdistanê ya sala 2016ê Jalya Sîrwan dibêje li ser medyaya civakî gefên kuştinê lê wê têne xwarin, lê ew dê ti caran ji ber wan gefan Kurdistanê neterikîne.

Jalya Sîrwan êdî dê wek Şacuwana berê ya Kurdistanê were pênasekirin. Çaremîn gera hilbijartina Şacuwana Kurdistanê, pêncşembiya 20ê Kanûna 2018ê li Hewlêrê hat lidarxistin û têde Sana Mehmûd a xelkê Helebceyê weke Şacuwana 2018ê ya Kurdistanê hate hilbijartin.


Sîrwan di 20ê Kanûna 2018an de taca xwe radestî şacuwana nû ya Kurdistanê Sana Mehmûd kir.


Derbarê karê xwe de Jalya Sîrwan hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.


Rûdaw: Ev du sal bûn tu wekî Şacuwana Kurdistanê bû. Di vê heyamê de te çi proje û sozên xwe bicih kirin.


Jalya Sîrwan: Ez di sala 2016an de wek Şacuwana Kurdistanê hatim hilbijartin. Min di vê heyamê de çend proje pêk anîn. Projeya herî girîng jî paydakirina xaniyan ji bo koçberan e. Ji bo vê projeyê ez wekî nûnera Kurdistanê çûm Fransayê û min proje pêşkeş kir. Niha em gihîştine qonaxa dawî ya vê projeyê. Ji ber vê yekê jî ez gelek kêfxweş im.

 

Piştî hilbijartina şacuwana nû ya Kurdistanê jî projeyên we yên xêrxwaziyê dê berdewam bibin?

 

Bêguman dê berdewam bibin. Çend projeyên min hene. Yek ji wan a herî girîng bo malbatên şehîdên me ne.

 

Pêşpirka Şacuwana Kurdistanê hat sazkirin. Vê carê derbarê asta beşdariyan de hinek pirs hebûn. Di vê mijarê de tu çi dibêjî?


Ez wiha nafikirim. Bi min asta kesên beşdar bibû gelek baş bû. Ez serkeftinê ji şacuwana nû ya Kurdistanê Sana Mehmûd re dixwazim. Ez di wê baweriyê de me ku ew dê di projeyên xwe de serkeftî be.

 

Tu dê piştgiriya şacuwana nû bikî? 

 

Erê, heta ji destê min be ez dê jê re bibim alîkar. 

 

Piştî kuştina modela Iraqî Tara Fars, li Kurdistanê jî hinek kesên navdar ragihandin ku gefa kuştinê li wan jî tê xwarin. Heta ku hinek ji wan ji Kurdistanê reviyan. Gefê kuştinê li te jî têne xwarin?

 

Belê, bi rêya medyaya civakî hinek kes bi Kurdî û Erebî ji min re peyaman dişînin. Gefa kuştinê li min dixwin, lê ez li paytextê herî aram ê cîhanê Hewlêrê dijîm. Bi saya Hêzên Pêşmerge û asayişê ev der bajarê herî ewle yê cîhanê ye. Lewma ez ti caran guhdariya gefên kuştinê nakim û herwiha jixwe re nakim xem jî. Ez ji ber wan gefan ti caran terka Kurdistanê nakim û nafikirim jî.

 

Hat gotin ku tu berî wek şacuwana Kurdistanê bê hilbijartin te zewac kiribû. Tu derbarê van gotegoyan de çi dibêjî?

 

Na, qet tiştek wiha nebûye.

 

Yek ji mercên şacuwaniyê divê tu nezewicî, lê niha te taca xwe radestî şacuwana nû kir û ew merc li ber te rabû, tu dixwazî bizewicî?

 

Piştî şacuwana nû hat hilbijartin ez niha azadtir im. Zewac karê qismetê ye. Ez niha naxwazim derbarê vê mijarê de tiştekê bibêjim.

 

Herwiha yek ji mercên cuwankariyê ew e ku nabe neştegeriya cuwankariyê hatibe kirin. Tê gotin ku te çend caran neştergeriya cuwankariyê kiriye, ev rast e?

 

Berî ez wek şacuwana Kurdistanê bêm hilbijartin min ti caran neştergeriya cuwankariyê nerkiribû. Lê pişt re ez ji difina xwe nexweş bûm û min neştergeriyeke biçûk kir. Ji bilî vê yekê min ti neştergerî nekirine.

2830 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.531 seconds