Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Îran daxwaza vîzaya bê bermaber ji Iraqê û Herêma Kurdistanê dike

Ji aliyê RÛDAW 1-4-2019
Serkonsulê Îranê yê li Silêmaniyê, Seidullah Mesûdiyan. Wêne: Rûdaw
Serkonsulê Îranê yê li Silêmaniyê, Seidullah Mesûdiyan. Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdawe) – Serkonuslê Îranê yê li bajarê Silêmaniyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, pere ji welatiyên Îranî yên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, wernegire. Herêma Kurdistanê li deriyên sînorî ji her welatiyekî Îranî ku serdana herêmê bike, 25 hezar dînar werdigire.

 

Îranê bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema serdana welatiyên Îranê bo Herêma Kurdistanê de, pere ji wan nestîne.

 

Serkonsulê Giştî yê Îranê li bajarê Silêmaniyê, Seidullah Mesûdiyan duh 31ê Adara 2019 di konferanseke rojnamevanî de ev daxwaza Îranê anî ziman.

 

Seidullah Mesûdiyan herwiha biryara welatê xwe bo vîzaya bê bermaber ji bo geştyarên Iraqî û welatiyên Herêma Kurdistanê aşkere kir û got: “Ji xelkê Herêma Kurdistanê re radigihînim ku ji 1ê Nîsana 2019ê ve vîzaya Îranê bêpere ye û welatiyên parêzgeha Silêmaniyê û Herêma Kurdistnaê dikarin serdana ofîsên geştyarî bikin û vîzaya bêberamber a Îranê werbigirin.”

 

Seidullah Mesûdiyan herwiha got: “Ji niha pê de, em vîzayê li pasportê xelkê naxin, heta mohra çûna bo Îranê û vegerê jî em li pasportê naxin. Ew yek jî ji bo mana zêdetir a pasportên we û herwiha nehêlana nîgerniyên we.”

 

Konsulê Îranê li Silêmaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew li gel hikûmeta Iraqê li ser vê yekê rêkevtine û Iraq jî pere wernagire.

 

Seidullah Mesûdiyan hêvî jî kir ku hikûmeta Iraqê bersiveke erênî bide vê pêşniyara Îranê bide û “vîzayên çend carî yên şeş mehî û yek salî bibin bê beramber.”

 

Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê, Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re ragihand, ji bo wernegirtina pereyê vîzayê ji welatiyên Îranî, ew li benda biryara Bexdayê ne.

 

Ebdullah Akreyî got: “Ya ku ez agahdarim, biryar e ji roja 1ê Nîsanê ve aliyê Îranî vî pereyî rake ku li beramber vzîayê werdigire. Di derbarê Herêma Kurdistanê de jî heta niha ti tiştek ji Wezareta Navxwe ya Iraqê ve bi fermî ji me re nehatiye ku em pereyê vîzayê ji welatiyên Îranê wernegirin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds