Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Îran û Iraq li ser petrola Kerkûkê rêkevtin kirin

Ji aliyê RÛDAW 1-8-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Her du wezaretên petrolê yên Îran û Iraqê ragihandin, ku li ser hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê rêkevtin kirine. Li gorî wê rêkevtinê jî, her du alî komîteyeke hevbeş ji bo lêkolîna derbarê hinardekirina petrola xaw a bîrên neftî yên Kerkûkê bo parzûngehên Îranê pêk tînin.

 

Wezareta Petrola Iraqê di dauxyaniyekê de aşkere kiriye, ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Ebdulcebar Cebar Luêybî ragihandiye, wan li gelÎranê li ser pêkanîna komîteyeke hevbeş a ji bo lêkolîna derbarê hinardekirina petrola xaw a bîrên petrolê yên Kerkûkê bo parzûngehên Îranê li hev kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê, ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê, dê boriyke veguhastina petrolê di navbera Iraq (KerkûK) û Îranê de were danîn.

 

Beşeke din a rêkevtina navbera her du welatan, taybet e bi pêşxistina bîrên petrolê yên hevbeş, ku bîrên neftî yên Neftxane li navçeya Xaneqîn a Diyaleyê yek ji wan bîran e.

 

Wezîrê Petrola Iraqê diyar kiriye, ku di navbera Iraq û Îranê de, rêkevtina seretayî ji bo werberhênan û pêşxistina bîrên petrolê yên Neftxaneyê li parêzgeha Diyala û Sindîbad li parêzgeha Besrayê bi şêweyeke hevbeş hatiye kirin û tekez kiriye, ku ew bi hêvî ne di çarêka dawî ya sala dahatî de bigihîjin rêkevtinem temam.

 

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjen Zengene jî amaje bi diyarkirina şêwirmendekî navdewletî bo damezrandina hêla boriya neftî ya navbera Kerkûk-Îranê kiriye û ragihandiye, ku hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê bi rêya hêla boriya Besrayê dê heta çend mehên din dest pê bike.

 

Bîjen Zengene piştî civîna li gel Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand: Di warên cur bi cur de me gotûbêj kirin, hem di ware bazara petrolê de û hem jî di warê alîkariya du alî de, ji wan jî damezrandina hêla boriya navbera Kerkûk-Îran ku pêştir biryar li ser hatibû dayîn û îro ji bo cîbicîkirina wan rêkevtineke nû hat encamdan û di vê çarçoveyê de biryar hat dan, ku şêwirmendek lêkolîna pêwîst di vê bareyê de pêk bîne û bixe ber destê her du welatan, da ku dest bi cîbicîkirina wê were kirin.

 

Derbarê gotûbêjên bo diristkirina boriya navbera Besra û Abadanê de jî, Wezîrê Petrola Îranê da xuyakirin, ku biryar e bi rêya wê boriyê berhemên petrolê bêne veguhastin.

 

Bîjen Zengene got, mijareke din ku gotûbêj li ser hate kirin, hinardekirina gaza xwezayî ya Îranê bo Iraqê bû û ji bo wê yekê jî niha bi rêya boriyê ve gaza xwezayî bo Bexdayê tê hinardekirin û hinardekirina gazê bo Besrayê jî dê heta çend mehên din dest pê bike.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds