Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Ji Îsraîlê peyam: Ey gelê kurd; dema serxwebûna we hatiye

Ji aliyê RÛDAW 1-9-2017
Edy Cohen

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolerê îsraîlî Edy Cohen bi peyamekî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got: “Ey gelê kurd, dema serxwebûna we hatiye! Bi erê deng bidin vê giştpirsiya dîrokî.”

 

Hikûmet û berpirsyarên Îsraîlê piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê. Ji bilî siyasetmedaran, akademîsyen û lêkolerên wî welatî jî peyaman ji gelê kurd re dişînin û piştgiriyê didin hewlên serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

 

Lêkolerê siyasî yê Zanîngeha Barîlandê Edy Cohen bi peyamekî vîdeoyî bang li gelê kurd kir û pişgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê anî ziman.

 

Cohen got: “Ev peyama min ji bo gelê kurdê resen ê Kurdistanê û hemû kurdên li cîhanê ye.”

 

Edy Cohen di berdewama peyama xwe de diyar kir, ku kurd dibêjin ji bilî çiya ti dostên wan nînin lê îro li hemû welatên cîhanê dostên kurdan hene û wiha berdewam kir:

 

“Ez ji Telavîvê li dewleta Îsraîlê bang li we dikim. Ev banga min ji bo gelê bi şeref ê Silêmaniyê, paytexta Kurdistanê Hewlêrê, Duhoka landika şehîdan, Helebceya serbilidn, Zaxoya berhemanîna qehremanan, Kerkûka dilê Kurdistanê û Şingala stamlêkirî ye. Divê hûn bizanin, ku bav û bapîrên we, ji bo dîtina derfeteke wiha yê dîrokî canê xwe dan.”

 

Lêkolerê îsraîlê herwiha got: “Ey gelê gelê kurd; dema serxebûna we hatiye. Bi dengên erê deng bidin vê giştpirsiya dîrokî. Erê bo dewleta kurdî, dewleteke serbixwe, bi hêz û azad! Em ji we hez dikin. Em li Îsraîlê, bi gel û hikûmeta xwe ve piştgiriyê didin we.”

 

Edy Cohen peyama xwe bi van gotinan bidawî kir:

 

“Neyar û dijmin ji kevin ve hewla wê yekê didan ku nasnameya we wenda bikin. Çand û dîroka we jê bibin. Rêkeftinên wan stem li we kir. Niha dema wê hatiye hûn bibin xwedan dewlet. Pir pêwîst e ku serbixwe bin û dewleta we jî hebe. Bijî kurd û bijî Kurdistan!”

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 1-9-2017
Wey her bijî Israîla Delal!😃😃😃 Bi Xwedê hûn Mêr Kurêt Mêra ne!🤗🤗🤗BIJÎ KURD Û KURDISTAN🤗 BIJÎ ÎSRAÎLA DELAL🤗
Bernas | 1-9-2017
Her hebî, her bijî, birêz Cohen. Kurd divê dost û neyarên xwwe nas bikin.Bi xelkê jehûdî re nebin dijimin. Yên ku mala me bi serê me de hilwashandin, misilman bûn ne cihû...
Stewee Guy
Stewee Guy | 3-9-2017
Her bijî dewleta Israel!! bimrê dewletê Islamî
rastgo | 6-9-2017
Bi ya min divê Kurd berjewendiyên xwe bash nas bikin. Dive dizanibin ku Israel dikare Kurdistan bixwe bihisht. Her bijî Kurdistan û palpishtê wê, Iaraela zêrîn!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| Duh vî demî 08:29 | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.547 seconds