Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Rûsya ji Sûriyê xwastiye ku bi kurdan re bikeve danûstandinê

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Ala Rûsyayê.
Ala Rûsyayê.

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya ji hikûmeta Sûriyê dixwaze ku danûstandinan bi Rêveeriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re bike, ku niha navê wê bûye Federaliya Bakurê Sûriyê.

 

Çavkaniyekî nêzîk hikûmeta Rûsyayê aşkere kir, ku Rûsya hewl dide civîneke berfireh ji encumenên xwecihî yên deverên Hêmin re li Şam a paytexta Sûriyê saz bike.

 

Li gor heman çavkaniyê, planeke Rûsî heye ji bo ku lihevhatinên li Sûriyê zêde bibin û reşnivîsa destûreke nû ji Sûriyê re careke din bikeve rojevê.

 

Çavkaniyê navborî diyar kir, ku bi nêrîna Rûsya dibe ku projeyên deverên hêmin û rêveberiya xweser jî bibin beşek ji sîstema nenavendî ya ji bo paşeroja Sûriyê.

 

Pêştir Rûsya ragihandibû, ku ew piştgirî didin sîstema nenavendî li Sûriyê û heta federaliyê jî, eger ku sûrî bi xwe di nava xwe de li hev bikin.

 

Di dema birêveçûna hevdîtinên Astana de jî, projeyeke Rûsyayê bo amadekirina destûreke nû bo Sûriyê hat aşkerekirin ku têde amaje bi sîstema nenavendî û federaliyê hatibû kirin.

 

Herwiha çend roj berî niha jî Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihandibû, ku Şam amade ye li ser sîstemeke nenavendî li Sûriyê bi kurdan re danûstandinê bike.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.593 seconds