Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Çekdarên Efxanî li beramber 500 dolaran li Sûriyê şer dikin

Ji aliyê RÛDAW 3-4-2019
Îran çekdarên Efxanî dişîne Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî Efxanî bi navê Ebdullah  ku berî çend salan ji welatê xwe derketibû û tevlî milîsên alîgirên hikûmeta Sûriyê bibû, niha ew li Kabulê girtî ye. Ebdulla  dibêje ew beşdarî şerê dijî gûpên neyarên Serokê Sûriyê Beşar Esed bibû û bi çavê xwe dîtibû, ka çawa tank di ser çekdarên Efxanî re derbas dibûn û ew perçiqandibûn.

 

Çekdarên Efxanî li Sûriyê behsa azmûna şerê dijî neyarên Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin.

 

Ebdullah yê 26 salî, ku li Sûriyê  dijî neyarên Esed şer dikir, niha vegeriyaye welatê xwe û axaftinek wî ya zêde li ser wê yekê heye.

 

Çekdarê Efxanî Ebdullah got: “Di şerê grûpa me de, min bi çavê xwe dît, tank bi ser laşên çekdarên Efxanî re derbas bûn, wek gêrikan ew pelçiqandin.”

 

Piştî sala 2011an, nêzîka 8 hezar çekdarên şîe yên Efxanî ji aliyê Îranê ve hatin rahênankirin, û bo Sûriyê hatin şandin , daku bervaniyê di ber hikûmeta wî welatî de bikin.

 

Ew çekdar ji aliyê Îranê ve her yekî 500 dolarên Amerîkî werdigirt, ew yek jî li ba xelkê Efxanistanê gelekî zêde bû.

 

Derbarê vê yekê de jî Ebdullah dibêje: “Dema ez li Sûriyê bûm, min hest dikir ku ew ciwanana bi hêviyek mezin hatine. Hatibûn ji bo xizmeta bav û dayikên xwe bikin, pere bidest wan bikevin, daku jiyana hevjîniyê û jiyanek baş pêk bînin, lê ew dihatin û dimirin. Gelek jî ji wan bûn xwedî pêdiviyên taybet, hinek tiliyên wan neman û hinekan jî pî û çavên xwe ji dest dan.”

 

Şirovejkarê siyasî Reza Qasimî wiha behsa Herşma Hîratê ya ligel Îranê sînoreke dirêj heye dike: “Piraniya wê xelkê siberoja xwe li Efxanistanê nabînin,  piraniya wan dest ji xwendinê berdane, dixebitin ku karekî bikêrhatî ji xwe re bibînin, lê ew tişt li Efxanistanê bidest nexistin, dixwestin ku Îran tiştekî ji wan re bike, ew jî şandin şerê Sûriyê.”

 

Piştî 18 sal di ser bidawîhatina desthilata Talîbanê li Efxanistanê derbas bûn û xerckirina zêdetirî tirilyonek dolar ji aliyê Amerîkayê ve, hêj ji sedî 55ê xelkê Efxanistanê li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds