Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Netanyahu serdana Rûsyayê dike

Ji aliyê RÛDAW 3-4-2019
Serokwezîrê Îsrîalê Benjamin Netanyahu, wêne: AFP
Serokwezîrê Îsrîalê Benjamin Netanyahu, wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê vê Pêncşemiyê serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re dicive.

 

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê roja Sêşamê di daxuyaniyekê de ragihand ku Benjamin Netanyahu dê roja Pêncşemê serdana Moskowê bike û li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinê bike.

 

 Li gor daxuyaniyê, Netanyahu dê di vê serdanê de bi Putin re rewşa Sûriyê û hebûna Îranê li Sûriyê û metirsiya vê yekê bo ser ewlehiya Îsraîlê gotûbêj bike.

 

Ji aliyekî din ve Berdevkê Kremlînê Demitry Peskov ragihand ku hevdîtina Netanyahu ya li gel Putin dê hevdîtineke kurt be.

 

Berî du rojan Serokwezîrê Îsraîlê di peywendiyeke telefonî de ligel Putin, hemahengiya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Rûsyayê de û bi taybet jî li Sûriyê gotûbêj kiribû.

 

Îsraîl ji wê yekê nîgeran e ku Îran û Hizbullah a Lubnanê ku hevpeymanên hikûmeta Sûriyê û rejîma Esed in, li Sûriyê binke û navendên serbazî ava bikin û ji axa Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

 

Ji ber wan nîgeraniyên xwe, Artêşa Îsraîlê (IDF) ji destpêka şer û aloziyên Sûriyê ve bi dehan car li dijî binkeyên hêzên Îranî û Hizbullaha Lubnanê û herwiha li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşî esmanî li nav axa Sûriyê pêk aniye.

 

Ev serdana Netanyahu tenê 5 rojan berî hilbijartinên Îsraelê tê.

 

Biryar e di 9ê Nîsanê de hilbijartinên parlamentoyê li Îsraîlê bê lidarxistin. Di hilbiajrtinên vê carê de, rikeberê sereke yê Netanyahu, serfermandarê berê yê Artêşa Îsraîlê Benny Gantz e.

 

Netanyahu dixwaze bi fokusa li ser mijarên ewlehiyê û asayişa niştimanî ya Îsraîlê, rûbirûyê rikeberên xwe bibe û wê yekê ji bo serkevtina xwe di hilbijartinan bikar bîne.

 

Netayanhu di sala 2018ê de 3 caran bi Putin re civiyabû û piştî serdana vê carê, dib eduyemîn car di sala 2019ê de ku Netanyahu bi Putin re dicive.

 

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de red kiriye ku ev serdana Netanyahu ji bo banegeşeya hilbijartinanê be.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds