Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Çekdarên DAIŞê li Badiya Sûriyê asê mane

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 3-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê DAIŞê, ku ji sînorê Lubnanê berê xwe dabû sînorê Iraqê, li Badiyeya Sûrî ketiye ber rêgiriya hêzên Hevpaymaniya Navdewletî.

 

Li gorî zanyariyên xwecihî 300 çekdar ligel 300 sivîlan ji malbatên wan, gihiştin Dêrezorê.


Çavkaniyekê ser bi dijbereya Sûrî jî ragihand ku 12 ototmobîl bi dehan kes derbasî rojavayê Dêrezorê bûn, ku di destê DAIŞê de ye.

 

Hevpeymaniya Navdewletî, red kir ku çekdarên DAIŞê gihiştibin xala destnîşankirî, ku dihate pêşbînîkirin ew çekdar li wê derê bicih bibin. Herwiha ragihand ku ew çavdêriya tevgera karwanê DAIŞê dike û rê nade wan ku berê xwe bidin sînorê Iraqê.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Ryan Dilon wiha got: “Bi nerîna min yekemîn tişt me kir piştî ku me ev tişt bihîst, qutkirina rê bû ji bo ku pas di rêya sereke re nerin. Herwiha me pirek wêran kir ji bo ku em rê nedin wan ku bêhtir ber bi rojhilat ve herin. Piştre em li ser şikestina vê hewla veguhastinê berdewam bûn. Ew jî bi wî awayê ku me nehişt ew ber bi rojhilat ve herin. Ji ber vê yekê, bi nerîna min, me karekî gelekî baş kir ku me hejmareke gelek ji çekdarên DAIŞê kuştin û me hinek ji çekdan jî têkşikandin û me rê neda ku ew bigihêjin aliyê terorîstên din."

 

Hizbullah ragihand ku eger karwan were bombebarankirin dê jin, zarok, pîr û kal bêne kuştin, êdî ew ji Civaka Navdewletî dixwaze ku destêxistinê bike ji bo rê li ber komkujiyekê bigire, li gorî gotina Hizbullah.


Hevpemanan jî tekez kirin ku ewê li her çekdarekî DAIŞê bidin eger berê xwe bide sînorê Iraqê

 

Ryan Dilon derbarê vê yekê de jî wiha got: “Rast e. Belê, ew li wê derê ne. Em jî weke Hevpeymaniya Navdewletî, çavdêriya vê karwanê pasan dikin, ku çekdarên DAIŞê vediguhêze. Em li ser hewlên xwe ji bo şikestina vê veguhastinê û gihiştina wan bi terorîstên hevalên wan re berdewam dibin. Di du rojên borî de jî em serkeftîn bûn di armanckirina bêhtir ji 20 otomobîlên DAIŞê de, ku hewldidan ligel vî karwanî bin. Herwiha me nêzîkî 50 çekdarên DAIŞê kuştin. Em di vê bombebaranê de berdewam dibin û rê nadin van pasan ku bigihêjin aliyê terorîstên hevalên xwe û ji sînorê Iraqê nêzîk bibin."

 

Hizbullah jî hevsoziya xwe derbarê karwanê DAIŞê nîşan da, bi behaneya ku ew karwan sivîlan li xwe digire.

 

Hatina karwanê DAIŞê li gorî rêkeftinekê bû ku 26ê Tebaxa borî pêk hat. Ev rêkeftin bi navbeykariya Hizbullah, di navbera DAIŞ, hikûmeta Lubnanî û hikûmeta Sûrî de bû, ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê ji sînorê raojhilatê Lubnanê ber bi parêzgeha Dêre Zorê û sînorê Iraqê ve.

Nîşankirin :
943 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.375 seconds