Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Wezîrê Derve yê Iraqê: Em êrîşên ser Efrînê şermezar dikin

Ji aliyê RÛDAW 4-2-2018
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî êrîş û operasyona Tirkiyê ya ser herêma Efrînê şermezar kir.

 

Îbrajîm Ceferî li malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: “Em destewerdana Tirkiyê ya li herêma Efrînê ya Sûriyê şermezar dikin.”

 

Ceferî herwiha dibêje: “Em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin, weke ku çawa me destwerdana di Başîka ya Iraqê de red kiriye.”

 

Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li parastina pêwendiyên ligel Tirkiyê dike, lê belê dibêje: “Em binpêkirinan red dikin.”

 

Li ser rewşa Sûriyê jî Îbrahîm Ceferî diyar kir ku hewlêsta niha ya Sûriyê ji berê baştir e ji aliyê serederiya ligel welatên cîhanê.

 

Ceferî di daxuyaniya xwe de hêviyên xwe jî aniye ziman ku hikûmeta Sûriyê di hewldanên xwe de berdewam bibe ji bo yekîtiya Sûriyê û lihevnêzkirina aliyên cuda daku rewş aram bibe.

 

Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha berdewam e. Di van şer û pevçûn û topbarankirinê de ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne. Di heman demê de hinek gund û bajarok jî wêran bûne.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.437 seconds