Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Îranê bi tundî hişyarî da Pakistanê

Ji aliyê RÛDAW 4-3-2019
Cîgirê Serfermandariya Hêzên Çekdarên Îranê Yê Bo Karûbarên Zanyariyan، Mecîd Mîr Ehmed
Cîgirê Serfermandariya Hêzên Çekdarên Îranê Yê Bo Karûbarên Zanyariyan، Mecîd Mîr Ehmed

Hewlêr (Rûdaw) - Serfermandariya Hêzên Çekdarên Îranê ragihand, eger hikûmeta Pakistanê li dijî grûpên çekdar ên Belûç karekî neke, Îran dê bi xwe pêngavên pêwîst bihavêje.

 

Cîgirê Serfermandariya Hêzên Çekdarên Îranê Yê Bo Karûbarên Zanyariyan, Mecîd Mîr Ehmedî ragihand, wan hişyariyên pêwîst dane Pakistanê ku grûpên çekdar di nava axa de tepeser bike û wan kontrol bike.

 

Mîr Ehmedî diyar kir, eger Pakistan di vî warî de pêngavên karekî neke, Îran bi xwe dê pêngavên pêwîst bihavêje û lêdana wan grûpan dereneg naxe.

 

Mîr Ehmedî tekez kir, piştî êrîşa Zahidanê, Supaya Pasdaran û Serfermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê, hişyariyên ciddî dane Pakistanê ku grûpên çekdar ên dijberê Komara Îslamiya Îranê ji welatê xwe derxîne.

 

Cîgirê Serfermandariya Hêzên Çekdarên Îranê destnîşan kir, eger Îslam Abad li hember wan grûpên çekdar ên li dijî Îranê, karekî neke, Îranê mafê wê yekê heye ku ji bo parastina ewlehiya xwe , li her cihekê pêngavên pêwîst bihavêje.

 

Pêştir Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê û herwiha Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Qasim Sulêymanî jî gef li Pakistanê xwaribûn û hişyariyên tund dabûne wî welatî.

 

Roja 13ê Sibatê teqînek li nêzîkî  bajarê Zahîdanê, navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê çêbûbû ku di encamê de 20 kes ji hêzên Supaya Pasdaran hatbûin kuştin û 20 pasdarên din jî birîndar bûbûn.

 

Wê demê, Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê di daxuyaniyekê gotibû, “otobusek ku hêzên parastina sînor têde bûn, li ser rêya Xaş – Zahîdan bûne armanc û hejmarek ji hêzên Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1074 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds