Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Hollande: Divê Kurdên Sûriyê bên parastin

Ji aliyê RÛDAW 4-3-2019
Hollande dibêje Kurdên Sûriyê li ser erdê şerê DAIŞê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Fransa François Hollande, nêrînên xwe derbarê rola Kurdên Sûriyê di têkşikandina DAIŞê de, û navçeya aram û gefên Tirkiyê anî ziman got ku Kurdên Sûriyê, li ser erdê, şerê DAIŞê kirin. Hollande herwiha tekez kir ku divê Kurdên Sûriyê bên parastin.

 

Di Hevpeyvîneke taybet li gel Rûdawê de Serokê berê yê Fransa François Hollande nêrînên xwe derbarê rola Kurdên Sûriyê di têkşikandina DAÎŞê, biryara Amerîka derbarê vekişîna ji Sûriyê, navçeya aram û gefên Tirkiyê de derbirrîn.  Hollande diyar kir ku Kurdên Sûriyê şerê DAÎŞê kirin û dawîanîna wê rêxistinê nêzîk bûye.


François Hollande wiha got: “Kesên ku li ser erdê bûn û şerê DAIŞê dikirin û dihiştin ku balafirên me, di çarçoveya Hevpeymaniya Bavdewletî de, êrîşî pêgehên wê grûpa terorîst bikin Kurdên Sûriyê bûn û hevpeymanên wan ên Ereb ku bi HSDê tên binavkirin. Ew bûn ku Reqa kontrol kirin."


Serokê berê yê Fransayê tekez kir ku divê Kurdên Sûriyê bê parastin neyên hiştin. Derbarê vê mijarê de jî Hollande wiha axivî: “Nikarim xeyal bikim ku em Kurdên Sûriyê bê parastin, bê piştevanî, bê alîkarî û piştgirî di nav mehên bê de bihêlin. Her îro jî, Kurdên Sûriyê ne ku êrîşî dawîtirîn pêgeha DAÎŞê, ku pir hindik maye, dikin."


Derbarê helwesta Tirkiyê de, Hollande got ku nabe Turkiyê bibe gef li Ser Kurdên Sûriyê û wiha pê de çû: “Em dikarin qebûl bikin ku Tirkiyê kedeke mezin ji bo pêşwazîkirina penaberan daye, lê em nikarin qebûl bikin dema ku Tirkiyê bibe gefek li dijî Kurdên Sûriyê. Ku li Sûriyê ne, ne li Tirkiyê ne, ez behsa Kurdên Sûriyê dikim ku ev şer li dîjî DAÎŞê kirin."


Hollande nêrîna xwe derbarê dirustkirina “navçeya aram” li bakurê Sûriyê nîşan de û got ku divê hem Turkiye û hem jî Kurdên Sûriyê bên piştraskirin.


Di berdewamiya axaftina xwe Serokê berê yê Fransayê  got: “Em dikarin herwiha bîr bikin ku ev proses ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve bê kirin. Bi şêweyekî ku Tirkiyê bê piştrastkirin ku kes derbasî nav xaka wê nabe da ku alîkariya Kurdên Tirkiyê bike û Kurdên Sûriyê jî bên piştraskirin ku Tirkiyê destêwerdanê di Sûriyê de nake."


Di dema serokatiya François Hollande de, Fransa biryar dabû ku bo çalakane beşdarî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bibe. Ne tenê hêzên asmanî, lê li ser erdê jî, hêzên artêşa Fransayê roleke berbiçav di şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê leyistibûn. Bi dîtina François Hollande, tişta guncav ew e ku beşek ji hêzên Hevpeymaniyê bi rêkeftin li deverê bimîne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds