Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Netanyahu: Hevahengiya me bi Rûsyayê re li Sûriyê berdewam e

Ji aliyê HUSÊN OMAR 4-4-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Hewlên navherêmî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê himbiz dibin. Her aliyek proje û nêrînên xwe ji bo çareserkirina vê kirîzê li gor berjewendiyên xwe datîne ser maseyê. Lê tişta balkêş ew e ku Îsraîl, ku wek dijminê dîrokî yê Sûriyê tê binavkirin plana çareserkirina kirîza Sûriyê amade bike û li ser maseya berpirsên Rûsyayê, ku wek dostê dîrokî yê Sûriyê tê binavkirin bê danîn.

 

Berî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ber bi Moskowê birê keve, ji rojnamevanan re got ku ew ê rewşa Sûriyê ya guherbar li gel Putin gotûbêj bike.

 

Benjamin Netanyahu got: “Ez diçim civîneke din ligel Serokê Rûsyayê Viladimir Putin, em ê behsa rewşa Sûriyê bikin ku di nav guhertinê de ye, em ê li ser hemvahengiya berdewam di navbera artêşê û babetên din ên girîng ji bo dewleta Îsraîlê biaxivin.”

 

Derbarê zanyariyên ku Netanyahu dê planeke çareserkirina kirîza Sûriyê pêşkêşî berpirsên Rûsyayê bike, Berdevkê Kirêmlînê Dmitry Peskov got: “Ev seredaneke kar e, eger birêz Netenyahu planek pêşkêş kir, bêguman dê were gotobêjkirin û dîrasetkirin.”

 

Li aliyekî din hewlên bilezkirina damezirandina komîteya destûra nû ya Sûriyê tên dayin. Di vê derbarê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov dibêje: “Me bi rastî dest bi pêwendiyan ligel Pedersun kiriye, di rojên bê de, em ê hevdîtinan ligel Sûrî, Îranî û Tirkan bikin.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir: “Me li ser bilezkirina damezirandina komîteya destûrê li hev kiriye, bi hevkarî li gel Neterweyên Yekbûyî, û bêguman di riya pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyê û opozisyonê re.”

 

Tevî ku Îsraîl û Rûsya yek dijmin û yek dostê Sûriyê ye, lê herdu welat hevahengiyê derbarê wî welatî de dikin. Bi şêweyekî berdewam Îsraîl bi agahdariya Rûsyayê êrîşên esmanî dibe ser xaka Sûriyê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1309 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.344 seconds