Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Erdogan li Îranê ye

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
Wêne: Ajansên Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya geşteke fermî de gihîşt Tehranê. Erdogan dê li gel Serokomarê Îranê Hesen Rohanî û Rêberê Îranê Elî Xameneyî hevdîtinan bike.


Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet ya bi navê "TUR" li gor saeta Tirkiyeyê di 11.20an da gihîşt Tehrana paytextê Îranê.


Serokomar Erdogan li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Ticaretê yê Îranê Mûhemmed Şerîetmedarî,  Balyozê  Tirkiyeyê li Tehranê Riza Hakan Tekin û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.


Di bernameya Erdogan de hevdîtina li gel Serokomarê Îranê Hesen Rohanî û Rêberê Îranê Elî Xameneyî heye. Herwiha tê payîn di hevdîtinan de mijara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî bê rojevê. 


Serokomarê Tirkiyê dê li Tehranê beşdarê civîna Çaremîn Konseya Hevkariya Bilind a Îran û Tirkiyê bibe.


Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtumuş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker digel Serokomar Erdogan gihîştin Îranê. 


Hêjayê gotinê ye, ku beriya Erdogan Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar jî çûbû Îranê.

 

 

Şîrove

 
Baran B | 4-10-2017
Agrê ketye bin pêt vî rezîl u qereçî. Tu wê bimrî û ew kul dê di dilête da bîmînît û KURDISTAN dê serxwebona xwe rabigihînît ya rezîlê neviyê mexolan.
Hamid | 4-10-2017
dest xwesh kek Baran,,, ew nevîya Moxolan jî nîne... binêre çawên wî ne wek wan e.... divet Tabib doxtorên esthetique operasyon diket, ji vi qeshmerê têshika Arnawut çawê wî operasyon bikin ji bibet mina çaw û liva Moxolan ev têshika Arnawut....

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.531 seconds