Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Karûbarên pasportê di navbera Kurdistanê û Iraqê de dest pê kir

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
Iraq û Herêma Kurdistanê cardin karûbarên taybet bi pasportê dest pê kirin.
Iraq û Herêma Kurdistanê cardin karûbarên taybet bi pasportê dest pê kirin.

Hewlêr (Rûdaw) – Karûbarên pasportê di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku rojek berî referanduma serxwebûna Kurdistanê hatibûn rawestandin, piştî 11 rojan cardin ji nû ve dest pê kir.

 

Roja 24ê Îlona îsal karûbarên îdarî yên taybet bi pasportan di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û parêzgehên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû rawestandin, lê belê piştî 11 roj ji rawestanê îro cardin karûbarên pasportê dest pê kir.

 

Li gorî zanyariyan, îro çarşemî karûbarên pasportê li parêzeha Silêmaniyê dest pê kiriye û biryar e sibe pênşemiyê 5ê Cotmehê jî li Hewlêrê dest pê bike.

 

Rêveberê Pasporta Hewlêrê Dîdar Omer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Roja çarşemiyê 04-10-2017ê karûbarên pasportê li Silêmaniyê dest pê kiriye û sibe 05-10-2017ê jî li Hewlêrê dê sîstem aktîv bibe û dest bi cîbicîkirina karûbarên dana pasportan bihê kirin.”

 

Roja 24ê Îlona 2017ê karûbarên taybet bi pasportê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat rawestandin, ku heta îro berdewam bû û ji hingê ve heta îro karûbarên hevwelatiyên Kurdistanê nehatine cîbicîkirin.

 

Hatibû ragihandin, ku rawestandina karûbarên taybet bi pasportê ji ber giriftên teknîkî ye.

 

Rawestandina karûbarên pasportan herwiha di demekê de bû, ku tenê rojek mabû bo encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de hat sazdan.

 

Hikûmeta Iraqê li dijî encamdana referandumê bû û ragihandiye, ku sazdana referandumê bi nedestûrî û nerewa ye û ew encamên referandumê qebûl nakin.

 

Ji aliyekê din ve Rêveberiya Pasporta Hewlêrê ragihandiye, ku ji destpêka sala 2017ê ve heta niha 68 hezar û 132 pasportên nû daye hevwelatiyan.

 

Şîrove

 
parwin | 4-10-2017
Gelo ji ber çi ji Kurdên Diaspora û ên parçeyen din ku dixwazin pasporta Kurdistani bi dest bixin hewqas astengi heyet....? ji Kurdan re na, lê ji ên dinan re ^erê...gellek Kurdên diaspora Pasporta Kurdistan dixwazin..gelo deng bidin ka çawa bikaribin seri lêbidin li derve ..her sipas.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| Duh vî demî 10:18 | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| Duh vî demî 10:39 | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 22-10-2017 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.547 seconds