Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Xaminêyî û Erdogan: Amerîka li pişt referanduma Kurdistanê ye

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îranê Elî Xaminêyî ragihand, Amerîka û Îsraîl li pişt referanduma Kurdistanê ne û da xuyakirin, ku bawerî bi Amerîka û zilhêzan nayê kirin, çimku bi gotina wî li dû avakirina îsraîleke nû ne. Erdogan jî got: “Li gorî wan belgenameyên ku înkarî li wan nayê kirin, Amerîka û Îsraîl li ser mijara Kurdistanê gihîştine rêkevtineke giştî.”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi serdaneke fermî li Îranê ye û di çarçoveya hevdîtinên xwe de îro bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û piştre jî bi Rêberê Îranê Elî Xaminêyî re civîn pêk anî.

 

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, Elî Xaminêyî û Erdogan di civîna îro de li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, pêşhatên herêmî û bi taybet ên li Iraqê û Sûriyê û herwiha pêwendiyên navbera her du welatan de gotûbêj kirine.

 

Elî Xaminêyî di hevdîtina li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê axivî û ragihand, berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê ku wî bi rejîma sehyonîstî bi nav kir, di encamdana referanduma  Kurdistana Iraqê de heye û tekez kir: “Bawerî bi Amerîka û zilhêzan nayê kirin û (ew) li dû avakirina îsraîleke nû li herêmê ne.”

 

Elî Xaminêyî diyar kir: “Encamdana referandumê li Kurdistana Iraqê, xiyanet e di derheqê herêmê de û dibe sedema gefê bo paşeroja herêmê.”

 

Xaminêyî tekez kir: “Îran û Tirkiye divê li bermaber wê bûyerê her pêngavek ku biçe ware cîbicîkirinê, pêk bînin. Hikûmeta Iraqê jî li ser vê mijarê divê bi şêweyeke ciddî biryarê bide û pêngavan bo bihavêje.”

 

Derbarê helwesta Amerîka û welatên ewropî li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Xaminêyî got: “Nêrîna Amerîka û welatên ewropî bo vê mijarê li gel nêrîna Îran û Tirkiyê bi temamî berovajî hev e. Amerîka dixwaze herdem sedemek di destê wê de be bo dijatîkirina Îran û Tirkiyê, ji ber wê nabe ku bawerî bi amerîkî û ewropiyan were kirin.”

 

Rêberê Îranê amaje bi gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî kir û da xuyakirin: “Herweke ku we amaje pê kir, di wan bûyerên dawiyê de, yekemcar rejîma sehyonîstî û piştre jî amerîkî qazancê dikin.”

 

Elî Xaminêyî herwiha amaje bi hewlên dijminan bo mijûlkirina Îranê û Tirkiyê û dûrkirina wan her du welatan ji mijarên giring ên herêmê kir û got: Zilhêz û bi taybet rejîma Sehyonîstî dixwazin îsraîleke nû li herêmê ava bikin, ji bo bidestxistina keresteykê ku bi wê yekê nakokî û neseqamgîriyê berhem bihînin.

 

Di vê hevdîtiinê de ku Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî têde beşdar bû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tekezî li ser çêkirina hevpeymaniyeke bihêz di navbera Îran û Tirkiyê de li herêmê û pêwîstiya pêngavên hevbeş û hevdem ên Îran, Tikriye û Iraqê li hember referanduma Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Li gorî belgenameyên ku nayên înkarnekirin, Amerîka û Îsraîl li ser mijara Kurdistanê gihîtine rêkevtineke giştî.”

 

Erdogan amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bilî Îsraîlê ti welateke din Kurdistana Iraqê bi fermî nas nake, got: “Cîranên Iraqê bi ti şêweyekê nikarin vê biryarê qebûl bikin, her ji ber wê jî berpirsên Kurdistana Iraqê ji niha pê ve nikarin pêngavekê bihavêjin û rêya rizgarbûna wan nabe.”

 

Serokomarê Tirkiyê di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi wê kir, ku Amerîka, Fransa û Îsraîl dixwazin welatên Rojhilata Navîn parçe parçe bikin û tekez ki, ku wan bo Sûriyê jî hema plan hene û yekîtî û yekhelwestiya Îran û Tirkiyê di vê bareyê de gelek giring e.

Şîrove

 
Hamed | 4-10-2017
Ev sed salin we Kurd û Kurdistan talankir, teror kir, birduman kir, hilweshand, mafa yek neferek Kurd nasnekir, ji bo we her Kurdek bash Kurdek mirîyet buyî politiqayet dirindane, inca gelo hun bawwerdikin tê heta heta Kurd ji were bibin Xulam, Qerwash, ne xwedî maf, û her wisa Kurdek bash a Kurdek Mirî.... dê hun hêj jî ji xwe re dibêjin misilman...Tew mala min tew.... misilmantîya we minafiqayeyet, tu axlaq bi were nemayet, hun ne misilmanen jî... ji bo we misilmantî her wek çek û teqemeniyet... Inca ka gelo hêj hun bawerdikin ku gela rojhilata Navin buyîn Dewwarê bi duvik....
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 5-10-2017
Gurg û Şexal gehiştin hev, lê ev car jî wek her car hûn ê wek Seyan destvala bimînin! Ji xwe dîyare Nêfrîna Xwedê bi ser we barîye, ji ber kû hûn xwe bi Av û Agir didin, lê nikarin tiştekê biguherînin û wek Seyan dîsa Destvala vedigerên Malên xwe!😅
Baran B | 5-10-2017
Gelo hun bi xêra xwe nikarin van:{ “Li gorî belgenameyên ku nayên înkarnekirin, Amerîka û Îsraîl li ser mijara Kurdistanê gihîtine rêkevtineke giştî.”} Belgenameyan ji mera diyar u xoya biken? Em dê spasiya we keyn.  Erdoganî gelek zimanê xwe yê dirêjkirî wek: {“Cîranên Iraqê bi ti şêweyekê nikarin vê biryarê qebûl bikin, her ji ber wê jî berpirsên Kurdistana Iraqê ji niha pê ve nikarin pêngavekê bihavêjin û rêya rizgarbûna wan nabe.”} gelek axiftên zêdetir u heqret tir li serkurdan u serokên kurdan kirine û gotine. Lê kurd bedengen û yên ker û lal boyn nikarin û newêrin bersiva gotinên Erdoganî biden. Ma dem nehatîye desthelata kurd bersiva Erdoganî bidet. Gelo bersivnedana Erdoganî ma ne kêmkirin û bêhurmet, bêrêz û bêqîmet kirna gel û netewa kurde?  
rastgo | 5-10-2017
Neyarên hev yên dîrokî bi saya serên Kurd bûne yek! Û Kurd?
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 11 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 14 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.703 seconds