Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin

Ji aliyê RÛDAW 5-3-2019
Desteya Danûstandinakar a Opozisyona Sûriyê ligel Lavrov civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Riyad li bi beşdarbûna nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS),  ligel  Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê civiya. Sergey Lavrov ragihand ku divê pirsa Kurdî li Sûriyê were çareserkirin.

 

Berdevkê Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê Yehya Erîdî ragihand, civîn li balafirxaneya navdewletî ya Riyadê birêve çû, û çend mijarên giring, weke destûra Sûriyê, rewşa Idlibê, rewşa kampa Rukban hate gotûbêj kirin.


Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro ku di civînê de amade amade bû, ji Rûdawê re ragihad, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê kiriye û ragihandiye ku rola Kurdan di pêşeroja Sûriyê de mezin e.


Îbrahîm Biro beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê hevdîtina ligel Lavrov pêk anîne de wiha got: “Di hevdîtinê de gelek xal hatin axaftin. Lavrov bir kurtahî behsa rewşa Idlîb û rojhilatê Feratê kir. Lavrov got ku doza Kurdî dozeke girîng e, divê ligel Tirkiye û Sûriyê li ser bê axaftin. Herwiha wî got ku divê doza Kurd ji terorê were cudakirin, tevî ew baş dizanin PYD gelek xirabî û zilmê li Kurdan dike û Kurd ji wê deverê derxistine jî.”


Biro da zanîn ku ew wek şande ji aliyê Lavrov ve bo Rûsyayê jî hatine vexwendin derbarê amadekirina destûra nû ya Sûriyê de jî wiha got: “Rûsya bawer nake ku tenê ji be 6 kesan karên destûrê hatibe rawestandin.”

Şîrove

 
kurdo | 6-3-2019
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1317 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.188 seconds