Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Serok Barzanî li Urdinê bi Ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin

Ji aliyê RÛDAW 5-4-2019
Rûdaw

Emman (Rûdaw) - Serok Barzanî bi serdanekê gihîşte Emman a paytexta Urdinê û dê beşdarî di Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî de bike. Barzanî herwiha dê bi Şah Ebdullahê Duyem re jî bicive.

 

Serok Barzanî li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê ji aliyê Şahzade Fêysel bin Hisên birayê Şahê Urdinê ve hate pêşwazîkirin.

 

Li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê û li Salona Pêşwaziya Balafirxaneyê, ji bo pêşwaziya li serok Barzanî tenê Ala Kurdistanê û Urdinê hatiye danîn.

 

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî û çend şêwirmend û kesatiyên din di şanda li gel serok Barzanî de cih digirin.

 

Serok Barzanî li ser vexwandina fermî ya Şah Ebdullahê Duyem û ji bo beşdariya di Korbenda Aboriya Deryaya Mirî de serdana wî welatî kiriye.

 

Di 27- Kanûna 2019ê de jî serok Barzanî li ser vexwandina Şahê Urdinê serdana wî welatî kiribû û bi Şah Ebdullahê Duyem re hevdîtin pêk anîbû.

 


 

 

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî diyar kir: “Li ser vexwendina Şah Ebdullah, me serdana Urdinê kir, bi mebesta beşdariya di Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî. Giringiya vê serdanê jî ji bo bihêzkirina zêdetir a peywendiyên Cenabê Serok li gel Şah Ebdullah e.”

 


 

Îsal cara duyem e ku Serok Barzanî li ser daxwaza Şah Ebdullah serdana Urdinê dike. Roja 27-01-2019an jî Serok Barzanî li ser vexwendina fermî ya Şah Ebdullah, tevî şanda li gel wî gihişte Urdinê û li gel Şah Ebdullah û rayedarên wî welatî civiya.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.328 seconds