Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Bi nêrîna pisporan peywendiyên Îran û Tirkiyê

Ji aliyê Şewket Herkî 5-10-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Nêzîkbûna Îranê û Tirkiyê careke din mijara Çiyayê Qendilê û baregehên PKKê yên wê devere jî aniye rojevê.


Di dema seredana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ji bo Tehranê tê gotin ku mijara Çiyayê Qendilê û baregehên PKKê digel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî hatiye gotûbêjkirin. Her çend Tirkiye dixwaze operasyonek leşkeri bibe ser Qendilê lê gorî çavdêran Îran di wê meselê de dudil e.


Piştî giştpirsiya serxwebûna Başurê Kurdistanê nêzikbûna Tirkiye û Îranê bûye mijareke girng li Tirkiyê, bi taybetî  seredana Erdogan bo Tehranê bûye sedem ku rojana gotar û şirove li ser vê babetê belav bibin. Tişta aşkere jî ew e ku di gel hemû nakokiyên heyî û rêkeberiyeke dîrokî proseya nû Îran û Tirkiye mecburî hevdu kiriye.


Şarezayê ÎRAMê Mehmet Koç ji Rûdawê re derbarê vê mijarê de wiha got: “Digel meseleya giştpirsiyê her du welatan nakokiyên xwe yên ji ber meseleya suriyê dane aliyekî û niha her du alî jî hewl didin ku zêdetir nêzîkî hev bibin. Mesela giştpirsiyê bo her du welatan bûye kêşeyeke ewlehiyê ya hevpar. Asta peywendiyên her du welatan bilind bû piştî şoreşa Îranê yekem car Serokerkanê Îranê seredana Tirkiyê kir.”


Bersiva wê pirsê ew hinde hêsan nine. Ji ber ku şirovekar behsa wê yekê jî dikin ku Îran ne ev welate Tirkiye pişta xwe bi gerim bike.


Serokê Kafkasamê Hasan Oktay jî wiha axivî: “Ez bawer nakim ku niha Tirkiye û Îran li hember Qendilê operasyoneke hevbeş bimeşînin. Ji ber ku pêwistiya Tirkiyê bi Îranê tine ye. Tirkiye dikare bixwe tenê operasyonekê bike. Hêza Tirkiyê têra dike ku operasyonekê li dijî PKKê li Qendilê bike. Lê eger tiştekî wisa çêbibe dibe ku Îran meselê ji xwe re bike derfet û bixwaze bi heceta Qendîlê bikeve bakurê Iraqê, anko Îran dibe ku gengeşeyê ji xwe re bike derfet.”


Rojnameyên Tirkiyê heta niha gellek caran behsa operasyoneke hevbeş a Îran  û Tirkiyê bo bi ser  çiyayê qendilê ve kirine, lê hemû ev behse tenê weke senaryoyên rojnamevan li ser kaxezan mane.

Şîrove

 
Nedim | 5-10-2017
Sherê dahatû tê di nav Iran li dijî Turkîya û Turkîya li dijî Iran bibet....Ji ber kû Fobîya dila wan buyet Navê Kurd û Kurdistan....Ard bihajet dê bibêjî Navê Kurd ,,.. li Asman brusk bibaren dê bibêjin mebst Kurd e... û bi taybet ji bo Seroka Dewleta Tirk û DAISH ku her yekin bi navê Abu-Er-Doghan çawan êdî him li rojhilata navî de têk çu êdî dê di nava Turkîya de jî têk biçet...Abu-KEr-Doghani seroka DAISH û Dewleta Tirk ..ma gelo tê mollayê Iran çi bawerî bi Tirkan bikin... ?
Gulizar | 5-10-2017
Gelo rola Tirkîye li ser pirsa çeçenan li Rusya hete ji bîr kirin.... ma gelo di bin deste de disan Abu-Erdohani ji Iran nexwest dest dirêjî li ser nav axa Rusya li ser Pirsa Turkomen -çeçenû an din Iran jî bixet nav agir...? her wusa xuya yet edî Turkîye û Iran rubiruya Sher mayin... Shera Pêsheroj dê Iran li Dijî Turjkîya û Turkiya li Dijî Iran binet...Fobiya dewleta Tirk li ser Navê Kurd û Kurdistan buyet xewnatarîyanet ji bo Abu-KErdoghani re.....
Seyfeddin | 6-10-2017
Bi navê xwedê ya m ezin ê dilavan.... Seroka DAISH Ù Dewleta Tirkê bi navê Abu-ErDoghanî çawan alên ji bo gele Turik re kird dujmin... Daost ji Tirkan re nahisht... Ev dirindeya Seroka DAISH û Dewleta Tirk bi navê Abu-KErDoghanî dê dawî dewleta Tirk di rojhilta navîn bênet.... Mizgin bibe ji rojhilata Navîn re... hewqas hov û har bûyet, Shîyar dibin bi navê Fobiya Kurdistan, radizên bi navê Fobiya Kurdistan... èdî Abu-KErdoghani Turkiya aniyet Sher û Pevçunak IRAN û Turkiya li dijî hev.... Wekî tir... Fabrika navneteweyan tê ji xêr û bera Sherek di Nav Iran û Turkiya da Economiya xwe bashtirin bikin....ên Ku shera Iran û Iraq ji bîr kirin 8 sal ...binêhrin Saddan mirar bu çu û Iran iro li Bexda desthilatdare... ev atar dêbibet weret serê Turkîya û hêvidarm herwisa êdî rojhilata navî biterrikînin vegerin Moxalistan... ev saen têshikan marê kor...
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Îran, Tirkiye, PKK
1052 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 9 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 12 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.391 seconds