Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê Tirkiyê û Iraqê nêzîk hev dike

Ji aliyê Şewket Herkî 6-7-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Di navbera Iraq û Tirkiyê de gellek meseleyên nakok hene, meseleya Heşda Şeibî yek ji wan mesela ne. Lê di demên dawî de zimanê rayedarên hikumeta Tirkiyê li hember Heşda Şeibî nerm bûye.

 

Rayedarekî Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje eger hikumeta Bexdayê kontroleke baş li ser milîsên şîe bike kêşe namîne. Guhertina helwesta Tirkiyê li hember gellek nakokiyên xwe yên li gel Iraqê, ji ber  pêvajoya  giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ye. 

 

Biryara giştpirsiya  Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku peywnediyên Tirkiyê û Iraqê tevî hemû nakokiyên heyî ber bi başiyê ve biçin. Li mijara giştipirsiyê û  peywendiyên Tirkiye û Iraqê li Enqere di panelêke SETAyê de hatine gotûbêjkirin. berpirsê peywendiyên Iraqê li Wezareta Derve ya Tirkiyê jî dibêj Tirkiye berjewendiyên kurdan difikirin ji ber wê li dijî giştipirsiyê derdikeve.

 

Wezarete Derva ya Tirkiyê Berpisê Iraqê Alî Onaner wiha got: “Armanca me ew e ku mesele negehê wê astê da ku em weke Tirkiyê neçar bibin û  guvaş û bergiriyan bistînin. Divê em fikreke wisa nekin.  Eger Tirkiye ambargoyê bimeşîne dê ji hikumet û siyasetmedaran zêdetir, xelk zirarê bibîne. Ji ber wê divê mesele neyê vê astê.  Lazim e ku biryarên wisa neyên standin ku Tirkiye mecburî bergiriyan bibe.”

 

Koordînatorê Giştî yê Sentere Nahreynê Elî Nasir jî ku yek ji gotarvanên panêlê bû behsa bingehîn dîrokê yên peywendiyên Iraq û Tirkiyê dike.

 

Di panelê balyozê Iraqê yê Tirkiyê Hîsham Alawî, nûnerên çend navendên lêkolînan û beşek xwendekarên zanîngeha Bexdayê jî amade bûn.

 

Şarezayê Karûbarên Iraqê ji ORSAMê Bîlgay Duman jî got: “Operasyona pêşbînîkirî ya Telaferê dê xalên hevpar di navbera Tirkiye û Iraqê de zêdetir bike. Îhtimal heye ku li Tilaferê hemahengiya Tirkiye û Iraqê zêdetir bibe. Dîsa gefên PKKê li Şingalê dibine sedem ku her du alî nêzîkî hev bibin. Ji ber PKK bo her du aliyan jî gef e.”

 

Navenda Lêkolînên Siyasî civakî û aborî SETAyê beriya niha jî bi beşdariya Şewirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hemîn Hewramî panêlek li giştpirisî û pêşeroja Kurdistanê saz kiribû.  


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 20 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.656 seconds